31 oktober 2020

Tirk bi dewleta xwe pir şaqizî bûne

Li dinyayê tirk tenê ne xwedî dewlet in, gelek miletên din jî xwedî dewlet in. Him jî xwedî dewletên mezin in û dinyayê îdare dikin.

Li gelek welatên din jî wek me miletên bindest hene. Lê ez dibêjim belkî tu miletekî din wek me kurdan ne di halekî perîşan da ye.


Li dinyayê tu miletekî din wek tirkan bi dewleta xwe hewqasî nafire, har nabe, bi kê kanibe çavê wî dernaxîne. Ji bo ku dewleteke tirkan heye tu nemaye di xwe nin.

Tirk bi dewleta xwe aşûnî, şaqizî bûne, ji bo ku bûne xwedî dewleteke tiroviro û xwedêgiravî dewlet, har bûne, dikin me 40-50 mîlyon kurdî sax sax bixun. 


Çavê wan kê dibirre, kê ji xwe zeîftir bibînin, xar dikinê, wek gurên har êrîş dikinê, çavsoriyê, heqaretê lê dikin. Berdûşiyê, lûmpeniyê dikin.


Miletekî medenî, maqûl, kamil, xwedî kultur û maraîfet, li xelkê siwîl, li hemwelatiyên xwe zulmê nake. 


Dewleta piçek însanîyet pê ra hebe, qanûn, heq, huqûq lê hebe, ji bo ku yekî di medyaya sosyal da rismek, nivîsek ecibandiye, ya jî tiştek nivîsîye navêje zindanê, bi berbangê ra, keriyek pûlîs naşîne ser mala wî.


Ji bo ku ew xwedî dewlet in, xwedî artêş û pûlis in û kanin bi me, dikin çavê me derxin, nahêlin gelê me bîna xwe bigre, her roj bi berbangê ra bi kerîyek pûlisên bi maske digrin ser çend malên kurdan.
Vê zulmê kêfî dikin, ji bo ku kanin bi me, ji bo ku çavê wan me dibirre; ji bo ku dewleteke wan a tiroviro heye…


Ev ne karê merivên xwedî esalet in, li ciyê rehetiyê, ji ber ku tu dewlet î, tu xurt î, terorîzekirina xelkê siwîl bêexlaqî ye, çeqelî ye, namerdî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE