01 november 2020

Bi vê tirsonekiyê Yekîtiya Ewrûpayê nikane bi Tirkiyê ra derxe serî

Serê ewrûpiyan bi tirkan ra ewê hîn pir biêşe. 

Tirkiye li hemberî Ewrûpayê siyaseteke pir neyarane dimeşîne, ji bo ku Ewrûpayê bêhuzûr, bêîstîkrar, tevlihev bike her nerindiyê dike û dide kirin. 

Ewrûpî viya zanin, lê nikan tiştekî bikin. 

Ji ber du sebebebên esasî hustuyê xwe li ber Erdogan xwar dikin, wî bertîl dikin, xûgiyê didinê, newêrin zorê têxin dewrê, li ber digerin, jê ra dikin pişopişo...

Ji sebeban yek, di bin destê tirkan da bi milyonan koçber, îslamiyên radîkal û terorîstên îslamî hene. 


Erdogan bi vê sîleha koçbaran Ewrûpayê tehdît dike, dibêje heger tiştê ez dixwazim hûn nedin, ya jî bela xwe di dûzana me bidin, ezê derî li ber koçberan vekim û bi milyonan bişînim ser we. Erdogan viya tim dibêje.

Yekîtiya Ewrûpa ji vê yekê pir ditirse, çimkî naxwaze bi milyonan însan perîşan bibin, di riyan da bimrin. Ji bo viya nebe, tirkan bertîl dikin...

Lê dawiya vî îşî nayê, Erdogan tim hinekî din dixwaze. Di vir da ewrûpî mane di ort axelîl û celîl da, nizanin çi bikin.


Sebebekî din jî ewrûpî di nava xwe da ne li hev in, di hundur da pişta wan ne rast e. Li Ewrûpayê dijayetiya hêzên rast û çep pir kûr e.

Hêzên çep, lîberal, demokrat û dêr abûqatiya xerîban û koçberan dikin, li dijî girtina sînoran û kêmkirina koçberan e, dibêjin bira koçber werin.  

Li Ewrûpayê sosyaldemokrat û çep hîn jî xurt in û li gelek welatan li ser hukim in, lema jî rê li ber hatina koçberan nagrin.

Bêyî van herdu sebeban, qanûnên Ewrûpayê jî lîberal in, gelek mafan didin misilman û îslamîstan.


Tirk vê zeîfiya Yekîtiya Ewrûpayê dibînin, qanûnên wan zanin, lema jî pir êrîşkar hereket dikin.

Çep û lîberalên ewrûpî hîn talûkeya zêdebûna koçberan û hêzên îslamî fêm nekirine, hîn bi çavê humanîzmê li meselê dinêrin. 


Hêzên çep, komunîst, ataîst, lîberal li Ewrûpayê bi navê azadiya dînî û fikirî piştgiriyê didin îslamîstan, misilmanan. 


Ew nizanin heger ew li welatên misilman bûna ev kesên ew abûqatiya wan dikin, ewê serê wan jêkirina, çimkî ew wan kafir dibînin, qetla wan helal dibînin.


Lê çep û lîberalên ewrûpî xêv in, pir saf in, vê yekê nabînin, lema jî bi ruh û can destegê didin daxwazên îslamîstan û nahêlin rê li ber hatina wan were girtin.


A ji ber van sedeman e serokên ewrûpî, Yekîtiya Ewrûpayê nikanin li hemberî Tirkiyê tiştekî bikin, nikanin koça misllmanan û îslamîstan kêm bikin. Tirk ji van gelşên Yekîtiya Ewrûpayê fêdê dibînnin û dev ji zorbatiya xwe berndadin.

Do dîsa li Fransayê, li bajarê Lyonê keşeyekî Rûm Ordodoks dema ji dêrê derdiket ji alî terorîstekî ve hatiye gulebarankirin.

Serokên welatên Ewrûpa giş zanin kîjan dewlet li pişt van terorîsta ye, sponsorê wan kî ye.

Ji dêlî avzêmê(bataxê)zuha bikin, berê xwe bidin dewleta li pişt terorîstan, bi dû kelmêşan ketine, kelmêşan digrin.

Bi girtin û kuştina terorîstan li Ewrûpayê dawî li terorê nayê, her ku here ewê zêde bibe, li Ewrûpayê sûtal û çeqelên vî karî bikin pir in.

Ev hevîr ewê hîn gelek av hilkişîne. Di asasê xwe da ev şerê tirkan û ewrûpiyan e. Ewrûpiyan jî ev yek fêm kirine lê hîn nizanin ewê çi bikin. Bi têkiliyên dîplomatîk, bi bertîkirinê tirk bêtir gewî û har dibin.

Heta ewrûpî ”ço”, zorê nîşanî sponsorê terorîstan nedin, heta ambargoyê danîn ser vê dewleta çavkaniya terorê û hêlîna terorîstan li Ewrûpayê teror naqede.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE