02 november 2020

Alî Babacan nabêje ew perwerdeya bi kurdî qebûl dikin

 


Serokê Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA) Alî Babacan, li Rihayê, di kongra partiya xwe da  li ser perwerdeya zimanê kurdî hin tişt mişt gotine. 


Hin kurd ji axaftina Alî Babacan wer fêm dikin ku xwedêgiravî Babacan perwerdeya bi kurdî qebûl dike. 


Na, Alî Babacan di vê axaftina xwe da negotiye ew perwerdeya bi kurdî qebûl dikin û dema werin ser hukim ewê vî mafî bidin kurdan. 


Babacan li ser kurdî, ji bo xweşkirina dilê kurdan(çimkî zane kurd zû dixapin) demagojî kiriye, gotiye ”hemwelatiyên bixwazin zimanê xwe fêr bibin” xwedêgiravî ewê her  ”îmkanê” bide wan. 


Lê negotiye ewê mafê perwerdeya kurdî bide kurdan, kurdî jî ewê bibe zimanekî Tirkiyê yê resmî. 

Di programa partiya DEVA da jî ne hebûna kurdan wek milet tê qebûlkirin û ne jî perwerdeya bi kurdî, li ser kurdî çend peyvên girover hene, lê mafekî konkret tuneye. Xwedêgiravî ewê rê li ber dawazên hemwelatiyan negrin, filan û bîban...

Ji xwe na rast e meriv ji van gotinên Babacan tiştekî wer fêm bike. Babacan di axaftina xwe da soza perwerdeya bi zimanê kurdî nedaye, navê "perwedeya bi kurdî" negirtiye devê xwe. 

Dibê em xwe nexapînin û tiştê Alî Babacan û Davutoglu dibêjin rast fêm bikin.


Lê ji axaftinê zêdetir di programa partiyên wan da çi heye, ji bo kurdan çi maf xistine programên partiyên xwe. Dibê meriv bala xwe bide wê, ne ku Babacan û Davutoglu bi devkî çi dibêjin. 


Tu qîmeteke gotinê tuneye. Erdogan jî berê pir tişt gotin, netîce li ortê ye, kî dixwaze çi bide kurdan dibê têxe programa partiya xwe, bike belge, gotin vala ye.

XXX

Ji nîvê nufûsa me zêdetir asîmîle bûye, di van çend salên pêş me da qismê maye jî ewê asîmîle bibe, yanî tirk ewê îşê wan jî biqedînin. Bi asîmîlasyonê ra emê jî bibin tirk û Kurdistan jî ewê ebedîyen bibe welatê tirkan.

Ji bo ku tirk viya zanin zimanê me serbest nakin, mefê perwerdeya bi kurdî nadin me.

Qismê maye, heger em li zimanê xwe xwedî dernekevin, heger em zarokên xwe bi kurdî mezin nekin, kurdî nekin zimanê malê, siyasetê û bazarê, ji nuha da el fatîha li ruhê kurdan û Kurdistanê; neviyên me êdî ”turkoglu tirk in…”

Kurdê vê rastiyê nizanibe tuneye, lê yên destên wan û dilên wan ji tirkî nabin dîsa jî di piraniyê da ne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE