03 november 2020

Gefa Erdogan sê sl berê li ewrûpiyan xwar îro tê bicîanîn

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, sê sal berê, di 22ê adara 2017a da Ewrûpa bi terorê wiha tehdît kiribû:

”Ji vê derê ez ji ewrûpiyên ku tiliya xwe ji me ra li ba dikin ra dibêjim. Tirkiye ne ew welatê ku vir da û wê da were tahvdan, bi şerefa wê were lîstin, wezîrên wê ji ber derî werin qewitandin, hemwelatiyên wê bi erdê ra werin kişandin. Heger hûn wiha dom bikin, sibe li tu dereke dinyayê, yek ewrûpî jî, yek rojavayî jî ewê nikanibe bi ewleyî û bi huzûr gava xwe bavêje kuçê. Gotineke ereban a xweş heye, ez tim dibêjim, ”men deqa dûqa. Heger hûn lêxin, li qusûrê nenêrin, ewê jî li we xin. “


Ewrûpa û dinya nuha dibîne ev gefên Erdogan sê sal berê li ewrûpiyan xwar ne blof û vala bûye, êrîşên terorîstî yên li Parîsê, Nîcê û Wîyanayê îspata vê ye.

 

Piştî Fransayê nuha jî li Austuryayê êrîşî sînagokekê kirine. Mirî û birîndar hene. Li gorî xeberên medyaya sosyal 5 mirî û 15 birîndar hene; ji miriyan yek pûlis e .

Di vîdeoyê da terorîst bi hev ra bi tirkî dipeyivin. Diyar e vê carê terorîstên tirk bi kar anîne.

Bêguman li pişt van êrîşan Tirkiye heye. Kîjan dewleta ewrûpî reîs nerehet dike, êrîşî wê dewletê dikin.

Bi vê siyaseta newêrek Yekîtiya Ewrûpayê nikane xwe ji terora cîhatçiyên Tirkiyê biparêze.

Di bin destê Tirkiyê da li hundur û li derve bi hezaran çeteyên îslamî hene, bi girtin û kuştina wan teror li Ewrûpayê naqede. Welatê terorê îxarac dike diyar e, dibê Yekîtiya Ewrûpayê destê xwe têxe qirika vê dewletê.
2020-11-02

 XXX

Min rapora Ahmet Şik a li ser bûyera Osman Şiban û Serwet Turgut di Arti Gerçekê da xwend. Meriv lal dibe. Avêtina ji helîkopterê dereweke wan e. Leşkeran herdu jî lînc kirine, bi lêdanê ew xewirandine.

Bi kurtî tiştê anîne serê wan wahşeteke mezin e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE