03 november 2020

Îslamîst ji kemalîstan faşîsttir derketin

Berî îktîdara îslamîstan kurdan wer bawer dikirin ku yên xerab, zalim, faşîst, antî-kurd kemalîst tenê ne.

Lê bi îktîdara îslamîstan ra derket ortê îslamî ji kemalîstan gelkî xerabtir in. 

Piştî 18 sal îktîdara îslamîstan, kurd dibêjin heft xwezî bi kemalîstan, rahmê li gora miriyên kemalîstan tînin.


Ji kîjan fikrê û îdeolojiyê dibe bira bibe, rast, çep, faşîst, kemalîst, îslamîst, sosyal demokrat qet ferq nake, tirk giş neyarên kurdan in, giş dixwazin kurd bindes bimînin. Hebûna çend kesên wiha nafikirin vê rastiyê pûç nake.


Di nava tirkan da bêyî Îsmaîl Beşîkçî çend tirkên din dibêjin serxwebûn mafê kurda ye, me welatê wan dagir kiriye, heqê wan heye serxwebûna xwe îlan bikin.


Tirkê dostê me xuya dike, bûye siyasetmedar û parlamenterê me nek u azadî û serxwebûna me qebûl dike, na, tiştekî wiha tuneye; ji bo ku me asîmîle bikin, ji bo ku bi rehetî, bi dostî me bikin tirk bûne nûner û parmalamenterên kurdan.


Yanî hinek bi zorê, hinek bi riya biratiya dînî û hinek jî bi demagojiya çepîtiyê dixwazin me bikin tirk û Kurdistanê li xwe bihelînin.

XXX

Rojekê yek li ber mizgeftê rastî yekî kor hat. Bala zwe dayê herdu çavên wî jî pir kûr hatine derxistin. Meraq kir, xwest bizanibe kê lê wa kiriye. Jê pirsî:

-Bira, ma kê çavên te derxistin?

Yê kor got:

-Xwediyên min:

Mêrik got:

-Min fêm kir, lema hewqasî kûr derxistine.

Bindestiya me, zulma dijminên me li me dikin ne bes e, hin partiyên me dikin çavên hev derxin. Û Xwedê neke heger derxin, wek çavê vî korî, ewê pir kûr derxin…

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE