30 oktober 2020

We çê kir dibê hûn rast jî bikin

Tirk bûne bela serê ewrûpîyan, dibêjin hûnê tu carî ji me xelas nebin.

Ji berdevkên Erdogan, Fahrettîn Altun gotiye:

”Tiştê dibê ewrûpî fêm bikin ev e: Em misilman,(hûn viya tirk fêm bikin) ji bo ku hûn me naxwazin emê bi tu derê da neçin. Dema hûn heqaretê li me bikin, emê dêma xwe ya din danegerînin ber we. Emê xwe û her titştê ayîdî xwe, heta dawiyê, bedela wê çi be jî biparêzin.”

Tirk, ji bo ku piştê ji xwe ra çêkin îslamê û misilmanan ji xwe ra dikin mertal. Lema jî xwe wek hamîyên misilmanan nîşan didin. Ev demagojîye. Îro roj yên li Ewrûpayê bûne problemeke mezin tirk in û Tirkiye ye.


Li pişt terorîstên radîkal, îslamî ew hene, bi sedhezaran terorîst li Tirkiyê kom kirine û li Sûriyê, li Kurdistana rojava, li Lîbyayê, li Yêmenê, li Qerebaxê wan dajon şer, wek lego soldat bi kar tînin.

Ev ji bo dinyayê talûkeyeke mezin e.


Di vê beyana xwe da Fahrettîn Altûn gotiye, hûn ewrûpî me biqewitinînin emê ji welatên we dernekevin, emê tim bela serê we bin, bedelê wê çi be jî emê xwe biparêzin.


Ewrûpiyan bi destê xwe ev dewleta irqçî, faşîst, har çêkirin û heta nuha parastin, nehîştin xera bibe. Wan digot belkî ev cinawir ewê tenê me kurdan bixwe.

Lê wer nebû, cinawir mezin bû, masûlkên wî çê bûn û nuha jî bi xwarina me tenê têr nabe, dixwaze wan jî bixwe.

Wan ev wahş çawa çê kirin, dibê wer jî rast bikin, ya jî xera bikin. Heta ev dewlet bi vî rengî be, heta kurd bindest bin, heta Kurdistan çê nebe, tirk ewê ewrûpîyan tu carî rehet nehêlin. 

Lê ewê ne rehet be, ewê li ser ewrûpiyan pir biha mal bibe…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE