29 oktober 2020

Li ser rexneyên hin dîndarên kurd

Vê sibê gava min xebera li ser wahşeta li Nîcê, di dêrekê da hat kirin bihîst, min çend rêz li ser nivîsîn û terora hov mahkûm kir.
Hin dîndarên welatparêz nivîsa min rexne kirine, gotine ez neyartiya îslamê dikim. Ev ne rast e.
Ez merivekî ne bawermend im û ji tu dînan bawer nakim. Bi qasî li dijî îslamê me, hewqasî jî li dijî dînên dî me.
Lê ez ne dijminê tu dînî, tu baweriyê me, her kes di baweriya xwe da serbest e.
Ez baweriya xwe li ser kesî ferz nakim. Kî bi çi bawer dike, çawa dijî serbest e, azad e.


Lê hin misilman dixwazin însan wek wan bifikirin û wek wan bijîn, tiştê ez rexne dikim ev e.

Nivîsa min a vêsê ev e:
"Li Fransayê wahşeteke din, îcar jî di dêrê da serê jinekê jê kirin.

Terorîstekî îslamî li bajarê Fransa Nîcê êrîşî dêrekê kir, sê kes kuştin, gelek kes birîndar kirin û serê jinekê jî jê kir.

Li pişt van wahşetan dewlet hene, ew piştê didin van terorîstan, bi ajanên xwe wan tahrîk dikin.

Ewrûpiyan bi milyonan terorîst û celadên îslamî li xwe kom kirine. Heta ewrûpî ev ewrûpî bin, îslamîst ewê hîn gelek seriyan jê bikin.

Vê teror û wahşeta îslamî bi şîdet mahkûm dikim...

Bimre terora îslamî !"

Hin kes dibêjin efendim wahşeta hin terorîstên misilman li Fransayê kirine têkiliya wê bi îslamê tuneye, ew karekî ferdî ye, dibê meriv neke sûcê dîn û îslamê. Ez ne di wê baweriyê da me.

Yekî gotiye, ” Wexta ku Evrûpî û Emerîkî û Hîndî xelkê qetil dikin, hûn dibêjin terora Xiristiyanî, a cihûyî, a Bûdîstî , ateîstî ?”

Dibê meriv du tiştan ji hev bigerîne, sûcê dewlet dikin û yê şexs û partî li ser navê îdeolojiyekê, dînekî dikin du tiştên cihê ne.
Terora dewletan jî heye û meriv dibêje ev terora dewletê. Tiştê Tirkiye li hemberî me dike, tîne serê gelê me terora dewletê ye, têkiliya wê dîn û îslamê tuneye.
Lê belê kî li ser navê îdeolojiyekê, dînekî terorê bike, serê însanan jêke ew terorîstê wê îdeolojiyê, wî dînî ne.
Terorîstên hîndu jî hene. Wek irqçiyên tirk, ereb yên îslamî, irqçiyên hindû û bûdîzmê jî hene.
Misilman dînê xwe, Qurana xwe û Pêxemberê xwe tenê rast û heq dibînin, dînên din, baweriyên din gişan betal dibînin; dibêjin piştî Mihemed dîn û kitêbên wan giştik betal bûne, gerek her kes were ser dînê me.
Kesên ne misilman, heta misilmanên ne li gorî xwe jî kafir û qetla wan helal dibînin.
Ji her welatê misilman bi hezaran însan ji bo çi tevî El Qaîdê û Daîşê bûn û bi hezaran serî jê kirin?
Ma ne wan xwe mucahidên îslamê û qetla dikirin jî cîhad didîtin?
Ma êzîdiyan çi bi terorîstên Daîşê kiribûn?
Ne ji bo ku ne misilman bûn lema bi hezaran kuştin û jinên wan ji xwe ra kirin kole.
Tiştê ev wahşet bi wan da kirin bawerî û dînê îslamê ye, wan li ser navê marksîzmê ev wahşet nekirin. Çimkî marksîzim li dijî wahşeteke wiha ye. Lê îslam rê dide wahşeteke wiha.

Heger îslam li dijî wahşeta Daîşê bûye cîhana îslamî, miletên nisilman li her derê ewê rabûna ser nigan û li dijî hovîtiyên Daîşê derketana, piştgirî bidana êzfiyan, bi hezaran misilman, mele, alimên îslamî ewê biçûna gazî û hewara êzdiyan, kurdan û alîkariya wan bikirana, bigotana ew ne musilman in, ew ji dîn derketine, em hovîtiyên wan mahkûm dikin.

Misilmanan tiştekî wiha kirin?

Na, bêguman nekirin. Li tu welatî misilmanan Daîş û terora, wahşet ali ser navê îslamê dikirin mahkûm nekirin. 


Bira misilnên din, îslamiyên miletên din li wir bimîne, îslamiyên kurd piştgirî dan Daîşê, bi sedan kurdên dîndar tevî Daîşê bûn û serê kurdan jêkirin. 


Dîndarên kurd rojekê jî ji bo êzdiyan meşek çê nekirin, lê ji bo filistîniyan û misilmanên din çê dikin.

Sebebê vê şêlê ne şexsî, dînî ye, îdeolojiya îslamî ye.

Misilmanên radîkal dixwazin her kes wek wan bifikire û wek wan bijî. 


Misilmanên ne radîkal, ne terorîst, yên ji rêzî jî bi milyaran însanên ne misilman cahnimî dibînin. 


Yanî ev îdeolojiyeke îslamê ye, dibê îslam xwe biguhere, reformeke radîkal bike.


Xiristiyan îşê xwe ji kesî, ji tu dînî naynin, kî ji çi bawer dike, çawa dijî midaxele nakin. Dijminatiya tu dînî, tu baweriyê nakin.


Lê mislman wiha nafikirin, kesên lîberal, çep ne tê da, misilman dibêjin gerek her kes were ser dînê me, wek me bijî. 

Gerek kes me rexne neke, gerek her kes wek me bifikire û wek me li dînan binêre. Ma cîhad û mucahîd çi ye, ne şertên îslamê ne?


Efendim tiştê Daîş û terrorist dikin, wahşeta li Fransayê li hemberî xelkê siwîl bûye ne sûcê îslamê ye, ev karê şexsa ye, ne rast e. 


Ka li kîjan welatê misilman bi sedhezaran misilman daketin kolanan û wahşeta celadan li Fransayê kirin protesto kirin?

Heger eynî barbarî li hemberî misilmanan bihata kirin misilman ewê wiha bêdeng bimana?


Ewrûpî di her warî da ji misilmanan medenîtir, însantir in. 

Terorîstan heta nuha li ser navê îslamê nêzî 300 fransiz kuştin, fransizan çipiska xwe jî bi misilmanekî nekirin.


Dibê bi meriv ra piçek ûjdan hebe, hebek empatî bike. Heger kurdekî PKKê li Anqerê serê tirkekî jê bikira û piştî hefteyekê di mizgeftekê da dîsa sê tirkên din bikuşta û serê jinekê jî jê bikiria, tirkan ewê çi bianiyana serê kurdan?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE