29 oktober 2020

Halê Erdogan baş xuya nake

Ji bo ku Tirkiye fuzeyên S-400 ji Rûsyayê bikire Pûtîn, Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî wek xelat da Erdogan, hîşt Tirkiye li Sûriyê rehet tevbigere û piştgiriya xwe bi terorîstên îslamî ra bidomîne.

Lê kirîna fuzeyên S-400î nabêna Erdogan û Amerîkayê û Natoyê xera kir.


Erdogan bûye Hurmuza heft mêrî, heta derekê Amerîka û Rûsya îdare kir. 
Lê êdî dawî li fêlbaziyê, li dek û dolaban hatiye, îdarekirina Trump û Pûtîn bi hev ra gelkî zahmet xuya dike. 


Ji bo ku S-400 ceriband Amerîka, Tirkiyê bi cezakirinê tehdît dike û rûs jî li Idlibê çeteyên Tirkiyê bombebaran dike, qala 70-80 kuştiyan tê kirin. 


Li Qerebaxê, li Lîbyayê jî Rûsya û Tirkiye di cepheyên hemberî hev da ne.


Yanî îşê Reîs pir zor xuya dike. Erê Reîs yekî teqlebaz e, kane çiveke din bide xwe, lê fena ku îcar ketiye feqeke pir xerab, çiqasî biperpite ewê xwe pirtir seqet bike.

Ji bo ku piştê ji xwe ra çê bike bela xwe di Marcon dide,  çavê xwe ji wahşeta serîjêkirina mamosteyê fransî digre, tiştekî ji celadê îslamî ra nabêje, xwe dike wekîlê Hz. Mihemed û wek  serokê Misilmanan dipeyive. Lê sewdakî vala ye, bêyî Pakîstanê welatên misilman kes filisekî xwe tê nadin, ereb giş li dij in.

 

XXX

Ji ber ku li Erdogan heqaret kirine dozgeran di salekê da di heqê 36 hezar û 66 kesan da doz vekirine û 12 hezar kes jî derxistine mahkimê.

Lê li hundur têrê nake, dest avêtine derve jî, li derve jî li xelkê gilî dikin, dixwazin li derve jî her kes pesnê Erdogan bide.

 

XXX

Bi tirkî kitêbeke bi navê ”Li gorî dîtina herdu aliyanminasebetên tirk-ereban heye.

Di kitêbê da li ser malbata Selahedînê Eyûbî paragrafeke wiha heye:

”Xanedana Eyûbîyan, him di dema bavê xwe Selahedîn da, him jî piştî mirina wî, him di nava xwe da, him jî bi hin xerîban ra ne bi erebî, bêyî erebî bi zimanekî din dipeyivîn.”

Bênamûs, ji bo ku nebêje kurdî, gotiye ”ne bi erebî, bi zimanekî din.”

Irqçîyekî hewqasî ji însanîyetê bêpar, hewqasî bênamûs û namerd ancax ji tirkan derkeve, bêyî tirkan ji miletekî din merivekî hewqasî bêşeref dernakeve.

Lê di nav tirkan da bi sedan kes û numûneyên wiha hene, di kitêb û belgeyan da tahrîfatên wer kirine aqilê meriv disekine.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE