28 oktober 2020

Meriv ne bêwefa be baş e

 Hin însan pir bêwefa ne, ya jî kanin bi hevalên xwe ra zû bêwefatiyê bikin. 


Ji ber ku gotineke hevalî wî yê salan neketiye serê wî, ya jî peyveke havalê xwe şaş dibîne, gotina dawî ji hevalê xwe ra dibêje, dilê hevalê xwe dihêle.

Gelek kesên berê bi salan em hevalên hev bûn, me bi salan di partiyekê da siyaset kir, em wek malbatekê bûn, lê îro di warê siyasî da em ji hev dûr ketine, em wek hev nafikirin. Gerek ev yek nebe sebebê meriv neyartiya hev bike, bela xwe di hev bide, dilê hevalê xwe bihêle.


Hevalê min ê berê, heger nebûbe hevalê dewletê, heger tiştekî pir fahş neke, di medyaya sosyal da ez tu carî wî rexene nakim. 


Gelek hevalên min hene li gorî min tiştên pir şaş diparêzin, lê ez tu carî eşkere gotineke tahl ji wan ra nakim.


Çi dinivîse, çi diparêze, çi rexne dike ez îşê xwe jê naynim. Ez fikrên wî sedîsed şaş bibînim jî peyveke tahl jê ra nabêjim. Çimkî tarîxe me bi hev ra heye, me bi salan bi hev ra xebat kiriye. 


Ez qedir didim wê tarîxê, wê havaltiyê. 


Fikrê wî şaş dibînim, lê di medyaya sosyal da rexne nakim, rojekê bibînim jê ra dibêjim. Heger pê ra nepeyivim jî îşê xwe jê naynim.


Lê hin kes bêwefa ne, peyva hevalekî wî yê salan nekeve serê wî, wek xerîbekî, di cî da gotina herî giran ji hevalê xwe yê salan ra dibêje. 


Bi baweriya ev şêleke ne rast e, bêwefayî ye. Her tiştê meriv rast nebîne, li dij be ne şert e eşkre rexne bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE