28 oktober 2020

Nazîyan jî zulmeke wiha li êsîrên xwe nekirin

 Koalîsyona AKPê û MHP tu nemaye axaftina kurdî ji binî da li kurdan qedexe bike. Di resmîyetê da hîn biryareke wer negirtine, lê di praktîkê da rê li ber her tiştî bi kurdî digrin, ji bo ku kurd bi kurdî nepeyivin her tiştî dikin.

Ji xwe gelek kovar, rojname, televizyon, malperên kurdî qedexe kirine. Kurdî bûye wek qedeke mayinkirî.

Ev ne bes e, nuha jî di girtîgehan da weşanên kurdî, nameyên bi kurdî û di serdanan da axaftina bi kurdî li girtiyan qedexe kirine. Nahêlin girtî bi malbatên xwe ra bi kurdî bipeyivin.

Ji girtiyên nameyên xwe bi kurdî dinivîsin pereyekî zêde heqê wergêr dixwazin. Yanî girtiyê ji malbata xwe ra nameyekê bi kurdî binivîse, dibê bi tercumanê girtîgehê bide weregerandin û perê wergerê jî ew bide.
Zulm û irqçîtiyeke wiha nehatiye dîtin.

Faşîstan jî, naziyan jî li tu derê zimanê miletekî qedexe nekirin, zulmeke wiha li însanan nekirin. Vana faşîst û nazîst jî derbas kirine, nahêlin dê û bav bi zarokên xwe yên êsîr ketine bi zimanê xwe bipeyivin. Ev irqçîtiyeke bêemsal e.

 

XXX

Ji Destpêkê Daîş girêdayî Tirkiyê bû, lê vedişartin. Lê êdî serokatiya xwe

ya Daîşê venaşêrin, bi terorîst û qatilên xwe Xerbê tehdîd dikin. Di bin destê tirkan da herî kêm 300-400 hezar terorîstên Daîşê hene û tirkcelada bi van terorîst û celadan xûgiyê ji Yekîtiya Ewrûpayê dixwazin.

Ewrûpî ya ewê teslîmî tirkan bibin, ya jî ewê bersîveke tund bidin wan. Mesele pir cîdî ye, heta bi sedhezaran terorîst di bin destê tirkan da bin ji dinyayê ra rehetî tuneye.

Du roj berê jî li Serê Kaniyê(Ceylanpinarê)ala Daîşê hilda bûn.

 

XXX

Serokê HDPê Mîthat Sancar jî wek CHPê Macron şermezar kiriye, gotiye heqaretên Macron yên li îslamê nayê qebûlkirin. Ruyê xwe reş dike, Macron li îslamê heqaret nekiriye. Sancar wek CHPê piştgiriya Erdogan dike. Sancar "Cumhûrîyeta Demokratîk" jî parastiye.

Yê rêberê wî qijik be pozê wî ji pîsiyê dernayê. Kurdê ne Erdogan û wahşeta celadê îslamî kiriye, lê Macron protesto bike, ew ya xêv e ya jî hevalê tirkan û Erdogan e.

HDP partiyeke tirk e(jê ra dibêjin Tirkiye) û dixwaze dewsa CHPê bigre. Kurdên welatparêz dibê dev ji HDPê berdin, bi rexnekirinê HDP rast nabe, nabe partiyeke kurd. Bi hin demagojiyan kurdan dixapîne, hêdî hêdî dike tirk.

Tiştê Mîthat Sancar di axaftina xwe da gotine rûreşî ye, mêrik wek tirkekî ji welatê xwe hez dike li meselan dinêre, bi wî çavê Macron rexne dike, tu têkiliya wî bi kurd û Kurdistanê tuneye.

Dibê meriv hêviya xwe ji vê partiyê û ji van kesan qut bike. Heyfa ked û ezîyet û cefa miletê kurd e...

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE