27 oktober 2020

Kurdê Macron protesto bike totikvalaye

Kurdên HUDAPARê li Diyarbekrê û li Batmanê serokê Fransayê Macron protesto kirine. 

Gava aqilê meriv ji ne ji kîsê meriv be, meriv dibe maşika destê dijmin û dagirkerê welatê xwe, dibe leşker û şûrkêşê tirkan.


Leşkerên tirk gû bi kurdan dan xwarin, tecawizî keça kurd kirin, kurd ji helîkopterê avêtin, her roj gund û bajarên kurdan bombebaran dikin, sê beşên Kurdistanê dagir kirine, Hudapar van hovîtiyên Tirkiyê protesto nake, ji rojan rojekê li dijî dewleta tirk meşekê nake, lê Fransayê protesto dike, li dijî Macron beyanan dide.



Ev xulamtiya tirka ye. Terorîstekî misilan li orta Parîsê serê firansizekî jê kiriye, tu vê barbariyê protesto nakî, êrîşî Macron dikî.


Heger kurdekî HDPê li orta Anqerê serê tirkekî jêkira û di medyaya sosyal da belav bikira, ewê çi bihata serê kurdan? 


Tirkan û dewleta wan ewê fermana kurdan rakirana, ewê bi sedan kurd bikuştana, nuha bi sedan kurd di bin îşkenceyê da bûn.


Piştî vê wahşetê fransizan çipiska xwe jî bi musilmanekî nekirine, kes nekuştine, mal û milkê misilmanan talan nekirine.


8 milyon misilman ji welatên xwe reviyana, li Fransayê sitirîne û di ser da jî serê fransizan jê dikin.


Heger eynî tişt li welatekî misilman bibûya ewê qira xirstiyanan bianiyana.


Hudapar dibêje ew partiyeke kurdî ye lê ev ne rast e, ew li Kurdistanê Hespa Truva ya tirka ye. 

Hudapar wek hêzeke dewleta tirk ya siwîl hereket dike, polîs û leşkerên tirk bi sîlehên xwe, Hudapar jî bi siyasetê û bi dîn dagirkeriya tirkan diparêze, bekçîtiya dewleta tirk dike.

XXX

Erdogan agir kiriye dawa xwe, gotinên pir giran ji Macron û serokên Yekîtiya Ewrûpayê ra dike. Hetanî Amerîka, ya jî Pûtîn ji Erdogan ra nebêje "êdî bes e, tu pir pêş da çû", ewê nesekine, ewê sînorê xwe tim biceribîne, hela ka hetanî ku dikna here.

Dîktator giş wiha ne, heta yekî ji xwe xurttir, zalimtir nebînin rehet nasekinin. Tirk ji bo rûsan, ewrûpiyan, emerîkiyan ne tiştek in, heger bixwazin kanin di nava hefteyekê da kumika serokê wan di xwînê da bihêlin û bibêje "tobe !"

Lê dijayetiya rûsan û ewrûpiyan nahêle, Pûtîn wî wek çeteyekî xwe berra bedena ewrûpiyan dide, dixwaze nabêna Nato û tirkan xera bike.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE