26 oktober 2020

Hûn jî wek min bibin endamên Dalkurdê

 


Gelî xortan, êdî ez jî endamê DALKURDê me !

Ji do êvarî da ye min dixwest bibim endamê Dalkurdê, lê min dikir, nedikir bi ser nediketim. Piştî cara çara ez teslîm bûm, min dev jê berda û mam li hêvîya heta lawikê me Rojen were malê. Camêr bîstek berê hat, di nav du sê deqan da ez kirim endam û min 250 kr. xwe şand.

Xwedê kir Rojenê me heye, ne ew bûya ezê ji heq derneketama û ewê ji min ra bibûya derd.

Nuha bi kêfxweşî kanim bibêjim êdî ez jî endamekî DALKURDê me.



Di 70 saliya xwe da ez bûm endamê kulûbeke sporê, ev jî pêşketineke ne hindik e.

Fermo hûn jî bibin endam, Dalkurdê bi tenê nehêlin, kî kane çi alîkariyê bike, dibê texsîr û derax neke...

Dibê bi hezaran kurd bibin endamê Dalkurdê û bi vî rengî moral û piştgiriya madî pê ra bikin.

Mehdî Çilgin, di Çarpel Medyayê da programeke xweş bi serokê Dalkurdê Remezan Kizil û berpirsiyarên wê yên din ra çê kir. Ji bo nasandinê û alîkariyê însîyatîfeke baş e. Hevalan pîroz dikim.

2020-10-25

XXX

Endametiya min a DALKURDê di nava kurdan da olaneke mezin da, gelek dost û hevalên nivîsa min xwendin ew jî yek bi yek dibin endam.

Wer xuya dike endametî nivîsa min xêreke mezin gîhandiye DALKURDê.

Kulûbên din ji bo reklameke wiha pêşek pere didin, min ji ba xwe û belaş kir. Hêvî dikim ev kampanya berfirehtir bibe û bi hezaran kurd bibin endamên Dalkurdê û alîkariyê pê ra bikin.

XXX

Partiya Erdogan AKPê, bersîv daye gefên Amerîka yên ambargoyê, gotiye:

-Haya we jê tuneye hûn bi kê ra dans dikin! Tu yê çi bikî qet dereng nemîne bike !

Ji miletekî wiha ra lîderekî wiha lazim e, hêvî dikim çend salên din jî li ser serê tirkan be.

 XXX

Kurd her roj di medyaya sosyal da numûneyan ji hovîtî û wahşetên tirk û faris li me dikin belav dikin. Dagirkerên welatê me ji însaniyetê derketine, loma jî her barbariyê dikin. Bêdahengiya dinyayê jî wan hartir dike.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE