26 oktober 2020

Haziriya herbê

 Di filmekî televîzyonê de hin îndîanan ruyê xwe boyax dikirin. Vê yekê bala Xezala biçûk kişand. Ji bavê xwe pirseî:

-Bavo, vana çima wiha dikin?

Bavê got:

- Haziriya herbê dikin, delala min.

Roja din gava keçikê dît ku waye diya wê xwe boyax (makyaj) dike, tevilê baz da ba bavê xwe, jê ra got:

- Bavo, rewş pir xerab e! Li hundur diya min haziriya herbê dike! Bira haya te ji te hebe…

 

Hîtler û cihû

Hîtler sê êsîr girtibûn, yekî îngilîz, yekî fransiz û yek cihû/yahûdî. Ji wan ra dibêje:

-Ezê ji we her yekî pirsekê bipirsim, ku we zanîbû ezê we serbest berdim.

Dets pê dike, berê ji yê îngilîz dipirse:

-Keştiya Tîtanîk kînga binav bû?

Yê îngilîz dibêje:

-Di 14ê nîsana 1912a da.

Hîtler dibêje:

-Bersîva te rast e, tu serbest î.

Dû ra ji yê fransiz dipirse:

-Di Tîtanîkê da çend kes mirin?

Yê fransiz dibêje:

-1514 kes.

Hîtler ji wî ra jî dibêje:

-Bersîva te jî rast e, tu jî serbest î.

Îcar dor tê ser yê cihû. Hîtler dibêje:

-Tu jî zû navê yên mirin bijmêre!

 

Qeza û bêşansî

Mamoste ji xwendekarê xwe pirsî:

-Ferqa di nabêna qezayê û bêşansiyê da çi ye?

Xwendekar hinekî fikirî û got:

-Heger qarneya te nuha da min têkeve çem û bi ber avê da here ev qeza ye. Lê heger yek wê ji çem derxe ev bêşansîye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE