25 oktober 2020

Ez û saeta zivistanê

 Vêsê wek her sibe saet di 07.00 da ji xew rabûm.

Min xurîniya xwe kir, bîstekê vir da wê da, di telefonê da li facebook û twîttê û e-postên xwe nêrî.

Telefona xwe xist şarjê. Panjurê(persîyenên) paca vekir, ronahiyê hinekî da hundur.

Dor hatibû ser vekirina kompîtorê.

Dema min kompîtor vekir saet ji 08.00 dibihurî.

Lê min dît di kompîtorê da sat hîn 7 e.

Hat bîra min îro saeta zivistanê dest pê dike, meriv saetekê paş da digre.

Kêfa min hat, roj saetekê dirêjtir bûbû. Min saeta salonê û ya mitpaxê guhert.

Nuha ez kanim pirtir bixebitim. Meriv efektîv be saeteke ne hindike, di saetekê da meriv kane tibabek kar bike...

Qîmeta wextê bizanibin...

 


Yên bi swêdî zanin li vîdeoyê temaşe bikin û bibînin zarokên me ji ber bêdewletiyê, ji ber ku navê Kurdistanê di xerîteya dinyayê da tuneye çi kişandine û çi his dikin.

Di xerîteya dinyayê da tunebûna Kurdistanê, bêdewletiyê bi zarokên me çi êş daye kişandin bibînin...

Dibê zarokên me bizanibin welatek, coxrafiyeke bi navê Kurdistanê heyeye, lê dewleteke me ya serbixwe tuneye.

Dewlet û welat du tiştên cihê ne.

Di xerîteya dinyayê da navê dewletên ji alî Neteweyên Yekbûyî va hatine qebûlkirin hene.

Ne Kurdistanê tenê, welatên gelek miletên din jî di xerîteya dinyayê da tuneye.

Her milet ne xwedî dewlet e. Welatê me hatiye dagirkirin, lema jî dewleteke me ya serbixwe tuneye.

Dibê em vê yekê fêrî zarokên xwe bikin. Mamosteyên kurdî dibê viya fêrî zarokan bikin.

 



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE