31 mars 2020

Fêmkirina hin tiştan zor e



Min nizanîbû kurdên başûr jî diçin li Qibrisa tirkan di zanîngehên wan da dixwînin.

Qibris ne dewlet e, ne welatekî serbixwe ye, bêyî Tirkiyê kes Qibrisê nas nake. Lê 325 xwendekarên kurd dîsa jî ji başûrê Kurdistanê çûne Qibrisê xwendinê. 

Lawkê min bi şev hato min nas ne kir


-Ava Şetê Cizîra Bota avek şîn e
Pêla navê har û dîn e
Were serê xwe deyne ser vê çokê,
ser vî ranî
Me mineta tirş û hinara xelkê nîne.

30 mars 2020

Trajediya jiyanê


Yek pir kal bûbû, êdî kar û bar jê nedihat, ne sax bû, ne jî mirî bû. Lawekî wî yê bêxêr hebû. Lawik rojekê ji bavê xwe aciz bû, girt ew xist sepetekê û bir danî serê çiyayekî, ji bo gur û keftar bixwin.

Wexta lêwik ew danî erdê û zîvirî here mala xwe, bavê ban kirê, gotê:

-Lawê min, tu diherî lê te sepeta xwe ji bîr kir. Were sepeta xwe hilde bibe mal, rojekê ewê ji te ra lazim bibe.

Ma tu hevalê kê yî?



Çend nêçîrvan rûniştibûn û ji hev ra qala bîranînên xwe yên nêçîrvaniyê dikirin.Yekî ji hevalekî xwe pirsî:

-Em bibêjin li daristanekê tu bi tenê yî û ji nişka ve hirçekê êrîş anî ser te. Tu yê çer bikî?

-Ezê tivinga xwe ji milê xwe deynim û têkim eniya wê.

-Em ferz bikin ku tivinga te tuneye.

-Wê demê ezê kêra xwe bikşînim û pê xwe biparêzim.

-Em ferz bikin ku kêra te jî tuneye.
Li ser vê, nêçîrvan bi hêrs got:

-Lawo nuha tu hevalê min î yan tu hevalê hirçê yî?

Ehmeq
Berî hilbijartinên parlamentoyê lîsteya kesên ku ewê bibûna namzedên partiyê dihat çêkirin. Serokê partiyê pêşniyar kir, got:

-Dibê hûn Mistefa beg ji bîr nekin, navê wî miheqeq têxin lîstê.

Ji cimatê hinek li dij derketin, gotin:

-Misto ehmeqekî li dera hanê ye, ne yê vî karî ye…
Serokê partiyê gotina wan birî, got:

-Li welatê me ehmeq ne hindik in, dibê meriv li wan jî bifikire, wan jî bê nûner nehêle.

Pilana ker
Yekî Qerejdaxî êzing li kerê xwe kiribû û diçû bajêr. Dema nêzî bajêr bû, du bajarîyên di durfê taciran de rastî wî hatin.

Bajariyan xwestin henekên xwe bi yê qerejdaxî bikin. Silav danê. Dema yê Qerejdaxî sekinî, kerê wî jî sekinî. Bi qerf jê ra gotin:

-Ma ev kerê te wiha çi difikire, dixwaze çi bike?
Yê qerejdaxî got:

-Ji kişandina êzingan aciz bûye, difikire li bajêr bi cî bibe û ji xwe ra ticaretê bike.

29 mars 2020

Min biryar da bêtir bixwînim


Van rojên meriv li malika xwe ye, zêde dernakeve derve, baştir e meriv wexta xwe bêtir bide xwendinê. Min dest pê kiriye lê ezê hinekî din bi pêş da bibim.

Lêhatin e, fersend ev fersend e, di van rojan da meriv kane xuyê xwe yê xwendinê hinekî bi pêş xe.

Meriv hin tiştan hêdî hêdî fêr dibe û piştî demekê êdî bi meriv ra dibe xûy û rûtîneke rojane.

Tirk nabênê nadin neyartiya xwe


Qeyûmê Batmanê zimanê kurdî ji sîteya belediyêderxistiye. Înformasyonên li ser Vîrusa Koronayê tenê bi tirkî ye, bi kurdî tuneye.

Hukûmet bi derewan dibêje kurdî ne yasax e, lê di prakîtê da kurdî li kurdan yasax dike.

Di nav hukûmetê da bi dehan wezîr û parlamenterên xwedêgiravî ji xwe ra dibêjin em kurd in hene, lê yek jî nikane li hemberî vê îcrîata irqçî, faşîst dengê xwe bike. 

28 mars 2020

Wêrekî ne ehmeqî ye


Tirsonekî, newêrekî tu carî ne baş e, meriv ne tirsonek, wêrek be baştir e, meriv tim li karê ye.

Lê belê bêtirsî, wêrekî dibê nebe sebebê meriv xwe ji mirinê, ji tiştê ji meriv ra bi zirar e neparêze. 

Xwe ji nexweşiyê, ji mirinê neparastin ne wêrekî ye, nezanî, cahilî û ehmeqî ye.

Di vê tofanê da jî tirk bela xwe ji kurdan venakin



Di vê tofan û rojên haşer û mahşerê da, ferman rabûye, kes nikane ji mala xwe derkev, artêşa tirk başûr û rojavayê Kurdistanê topbaran û bombebaran dike. Avê li ser bi sedhezaran kesî qut dikin.

Yanî bênabên kurdan terorîze dikin, nahêlin kurd rojekê bê êş û azar bijîn.

27 mars 2020

Wey gundîno, kevir û kuçên Xwedê lê barîno...


-Li min û rêka Qereçoxê
Şalûl û bilbilan xwendin li serê xoxê
Ji xêra Xwedê ra destê dostê nû girtibana,
yê kevn danîbana ser qazoxê.