05 mars 2011

Îcar jî Sertac Bûcak ez matmayî hîştim !

Bîstek berê dema min bala xwe dida kanalên telewîzyonan yên kurdî û tirkî, di TRT6-ê da ez rastî sosiretekê hatim.
Ez nizanim navê programê çibû, lê çar kesan ji wezîrê maliyê Mehmet Şîmşekê batmanî pirs dipirsîn.
Ji van çar kesan yek jî serokê HAK-PAR-ê yê berê SERTAC BUCAK bû.
Ez Sertac Bûcak ji salên 1980-î virda ji Almanyayê nas dikim. Di destpêka 1980-î da ez wek berpirsiyarekî KKDK-ê(navê komeleya me ya wê demê ya li Almanya)û ew jî yê KOMKAR-ê me bi hev ra gelek civîn û xebat kir.
Loma jî kêm zêde nasiya me heye.
Program ne minaqeşeya li ser mijarekê bû. Heger minaqeşeke li ser kurdan, aboriya Kurdistanê ya jî tişetekî din bûya dîsa rê tê hebû ku Sertac Bûcak jî weke siyasetmedarekî kurd bi nûnerekî hukûmetê ra minaqeşe bike.
Lê program ne tiştekî wiha bû. Herçar kes li kêleka hev rêz bûbûn û ji wezîrê maliyê Mehmet Şîmşek, li ser aboriyê û di hin warên din da pirs dipirsîn û wezîr jî bersîva wan dida.
Camêrên din ez wan nas nakim, pisporên aboriyê bûn, belkî mamûrên dewletê ya jî karkirên TRT6-ê bûn, ya jî kesên nêzî AKP-ê bûn, yanî hebûna normal bû...
Lê çi karê Sertac Bûcak di nava wan da hebû?
Sertac Bûcak ne rojnamevan e, ne okonomîst e, ne karkirê TRT6-ê û endamekî AKP-ê ye, ew siyasetmedarekî kurd e, çi karê wî li wir gebû?
Min li hemû programê temaşe nekir, min tenê tehamulî pirseke Sertac Bûcak kir û dû ra kanal guherand.
Sertac Bûcak ji Mehmet Şîmşek ra ggot, ”hûn gelek salan li der man, dû ra hûn hatin Tirkiyê, bûn endamê AKP-ê, ketin meclîsê û dû ra jî hûn bûn wezîrê maliyê. Gelo siyaset çawa ye, hûn dikanin di vî warî da dîtinên xwe bibêjin….”
Yanî çi?
Siyasetmedarekî kurd, bi salan bûye endamê partiyeke sosyalîst û dû ra jî bi salan serokatiya partiyeke kurd kiriye, di programa partiya xwe da Kurdistaneke federe û heta ya serbixwe parastiye(belkî hîn jî diparêze)çawa dikane weke rojnamevanekî ji rêzê here li hember wezîrekî hukûmetê rûne û pirsên wiha bmane û vala jê bike?
Weke min got, li ser mijarekê wek siyasetmedarekî kurd bi wezîr ra minaqeşe bikire dibû.
Lê tiştê Sertac Bûcak dikir ne ev bû, ew wek rojnamevanekî aboriyê, wek dostekî AKP-ê bû, manzara ew bû.
Ya din ev ne karê wî bû, çima û ji ber kîjan sebeban ewê li hember wezîr wek leşkeran rûnişta û hin pirsên fasafîso jê bikire.
Sertac Bûcak siyasetmedarekî kurd e, bi salan serokatiya partiyeke kurd kiriye, ji kurdan ra doza federasyonê kiriye, çawa dikane li xwe deyne û here xwe têxe dewsa muxabirê rojnameyekê?
Dema min xwend ku Hasan Kaya bûye endam û bepirsekî HAS-PARTI-yê ez pir matmayî mabûm.
Lê îro bi dîtina Sertac Bûcak ya bi vê wezîfeya wî ya nuh ji matmayinê wêdetir min hiş berda…
Ez qet fêm nakim, kesên bi salan berpirsiyarî û serokatiya kurdan kirine, çawa dikanin bi meriv û bepirsiyarên hukûmetê ra hewqasî rehet û erzan bibn dost, heval ya jî têkevin têkiliyên ku tenê karê didin dewlet û hukûmetê?
Fêmkirina hin siyasetmedar û ronakbîrên kurd bi rastî jî pir zahmet e, meriv nizane kînga ewê çi bikin, her ku mezin dibin dixirifin û ji nuxteya xwe ya destpêkê dûr dikevin…

Gayê zexel û ker

Hebû tunebû, kerek û gayek hebû. Rojekê ga çû ba kerê û jê ra got:
-Birakê ker, tu zanî van zaliman ez bi vî cotî kuştime. Ev serê mehekê ye ji berbanga serê sibê heta roj dihere ava wer bi min cot dikin, nahêlin ez pişta xwe rast bikim. Ma tu nikanî aqilekî bidî min ji bo ku ez çend rojan bîna xwe bigrim.
Kerê got:
-Pir hêsa ye. Hema îşev dema alif dan ber te, alifê xwe mexwe. Dema tu alifê nexwî ewê bibêjin qey tu nexweş î û roja din jî te nabin cot.
Ev şîreta kerê ket serê gayê cot. Êvarî, dema alifê wî wek her tim dan ber, gê (ga) devê xwe neda alif.
Roja din sibê, gava mêrikê cotkar çû ku gê(ga) bibe cot, bala xwe dayê ga li erdê mexel e.
Kir nekir, ga ji erdê ranebû. Li afirê wî mêze kir, dît wa ye alifê wî jî hîn giş di cî da ye. Mêrik bi lez û bez çû ji jina xwe ra got:
-Xatûn, wele gayê me pir nexweş e. Alifê xwe nexwariye. Ku wiha be cotê me jî li erdê ma. Emê çawa bikin?
Jinikê got:
-Tişt nabe. Îro tu kanî ker ji dêl wî ve bibî cot. Qey heta sibe ewê baş bibe.
Mêrik got, wele rast e û rabû ker da ber xwe û bir cot.
Bi vî hawî çend rojan bi ker cotê xwe kir.
Piştî hefteyekê ker êdî ji hal da ket, ma hestî û çerm. Her êvar dema ji cot dihat, ji gê (ga) ra digot:
-Bira, ev çend roj in dibê te bîna xwe baş girtibe. Tu dibînî hal di min da nemaye. Ma tu êdî ranabî naçî cot?
Li hember van gotinên kerê, gê tim xwe kerr dikir, wek ku qet deng neçê, ji xwe ra qala tiştekî din dikir.
Ker dît ku bi vî hawî nabe, wiha biçe ewê hemû cot bi wî were kirin. Şevekê ji ga ra got:
-Bira, tu zanî min îro çi bihîst?
Gê bi meraqdarî got:
-Te çi bihîst?
Ker got:
Wele îro dema cotkar û jina xwe bi hev ra dipeyivîn dengê wan hate min, ji hev ra digotin:
-Ga ji bo cot e. Piştî ku cot jê neyê ma ji bo çi emê wî xwedî bikin? Ya baş em wî şerjê bikin û goştê wî ji xwe ra bixun, bikin qelî.
Dema ker wiha got, hinavê gê qetiya. Ji ker ra got:
-Le îcar ezê çawa bikim? Ez di bextê te da me, zû aqilekî bide min.
Ker got:
-Pirr rehet e. Îşev alifê xwe biqedîne. Gava bibînin te alifê xwe giş xwariye, ewê bibêjin wele waye gayê me sax bûye. Û bi vî hawî tu yê ji şerjêkirinê xelas bibî.
Dema bû êvar mêrik wek her tim dîsa çû alifê gê(ga) da ber. Serê sibê wexta cot, mêrik bala xwe dayê waye gayê wî alifê xwe giş xwariye. Gelkî kêfa wî hat, got:
-Bi Xwedê wa ye gayê min sax bûye, îro ez kanim wî bibim cot.
Û dûra jî rabû ew bir cot û ker jî bi vî hawî ji cotkirinê xelas bû…
Lê ker êdî hew şîret li gê kir û bawerî pê anî…

04 mars 2011

Tirkiyê bloga min jî qedexe kirye

Tirkiyê bloga min jî qedexe kiriye.

Nuha bi MSN-ê ez bi xwarziyên xwe yên li Wêranşarê ra peyivîm.

Ji bo ku çîrokên ez diweşînim bixwînin min lînka blogga xwe da wan.

Gotin xalo bloga venabe, dema ditikînin tekstek derdikeve, dibêje "ev malper bi biryara mahkemê hatiye qedexe kirin."

Wê rojê dîsa yekî got, Netkurd jî dernakeve, dibêje bi biryara mahkemê hatiye qedexekirin.
De were ji vê hukûmet û dewleta rezîl ra barek xeber nede!

Hin siyasetmedar û ronakbîrên me demokrasiya AKP-ê bi asîmanan dixînin. Lê ew hukûmeta ku ew bi asîmanan dixînin û pê ra dibin dost bloga min û Netkurdê qedexe dike, nahêle zarokaên kurdan di malpera min d açîrokên zarokan bixwînin.

Û ez ne hêz im, ne partî me, ne gerîlayên min li serê çiyan hene, ez şexsekim û hin tiştan dinivîsim.
Lê wa ye nahêlin....

Brahîm Xelîl: Dewleta tirko qurbana serê bloga te be. ma tirk dibine însan !

Kenanê Nado: Min jî digot ev çima venabe... bila bibiecin, biteqin, bila qurban bin...

Ahmet Seven: xalo nexwe tu tiştên baş dikî lewma riya bloga te girtine. gere tê bêjî ser xêrê be. welle kêfa min piştî min vê meselê seh kir bêhtir ji te re hat. ez dîsa dibêjim ser xêrê be. nexwe karê te karekî pîroz e. tu qet ber
xweneke ve.
slav û rêz

Li ser şiroveyên hevalanBirayên Kenanê Nado û Ahmed Seven, bêguman ez li ber dijminatiya dewletê nakevim.
Ev sansora dewletê ya li hember fikrên min nîşan dide ku ez li ser riyeke rast im.
Ez li ber wê yekê dikeveim ku li kurdistanê û li Tirkiyê her kurd nikane nivîsên min bix...wîne.
Ev yek.
Ya din, ev sansor jî nîşan dide ku delet çiqasî organîze ye û li hember kurdên ne meriv û dostên xwe çiqasî dîktator e.

Demokrasiya AKP-ê tenê ji bo kesên "kedîbûyî", kesên ne "kurdçî û milîyetçî" heye.

Ji ber ku dewlet dixwaze cepheya li hember xwe teng bike. Loma jî bi riya hin merivên xwe bi hin kurdan ra dikenin û silavê didin wan.

Heger tu hêviyekê nedî AKP-ê, diyar e tu ne PKK-yî û şexsekî tenê be jî mafê te yê axaftinê tuneye.

Dema bloga min jî were sansorkirin, wê demê dibê hemû kurd bizanibin ku dewlet û hukûmet bi çi çavî li kurdan dinêrin û bi taybet jî siyaseta hukûmetê çiqasî durû û nêta wê çiqasî xerab e.

Hukûmet dema xwe nêzî hin kurdan dike ne ku gavê paş da davêje û hin rastiyan qebûl dike.
Belovacî vê, bi vê "silava" hukûmetê kurdên me xwe sansor dikin û uslûb û termîlojiyeke li gor dilê dewlet û hukûmetê bikar tînin.

Dema wek ji wan tê xwestin nekin îmkan û mafê gotinê nadin wan...

Deletê, tiştê ku bi dijminatiyê nikanîbû bidest xista, bi dostiyê bidest dixe...

Mixabin gelek kurd vê plana hukûmetê nabînin...

Bi minasebata çaremîn salvegera wefata Nedîm Dagdevïren

Du roj berê çaremîn salvegera (2/3-07) wefata Damezrînerê Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê Nedîm Dagdevîren bû.

Bi vê minasebetê do di malpera Netkurdê da çend hevalan(12 kesan)beyanek bîranînê belav kirine.

Bi vê beyanê helbet tiştekî baş kirine, bi vî hawî hevaltî û wefadariya xwe nîşan dane…

Lê çima 12 kes tenê?

Ez jî hevalê nedîm im, min jî dixwest navê xwe binivîsanda…

Berî nuha çend carên din jî dîsa ya Netkurdê û Kurdînfoyê ya ji bo Nedîm Dagdevîren ya jî ji bo hin hevalên din dîsa eynî tiş kirin.

Bi îhtîmaleke mezin berpirsiyarên Netkurdê û Kurdînfoyê ji çend hevalên li gor serê xwe dipirsin(dibe ku ji hemûyan nepirsî bin jî ) û îlanê didin.

Ev ne rast e.

Îcar dema îlanên wiha bi navên çend kesan tenê tên weşandin, li der, di nava dost û hevalan da dibe sebê hin problem û têgihîştinên şaş.

Milet dibêje navên filan û filan kesî heye, çima navê te tuneye?

Fena ku meriv nexwestibe…

Loma jî tiştê heval bi vî rengî dikin ne rast e.

Malperê rabe beyaneke bîranînê bide û navê çend kesan li binî binivîse û gelek kes jî ewê li der bimînin ne xweş e.

Ji ber ku rojên wefatên hemû hevalan nayê bîra her kesî, lê dibe ku malperan ji bo vê yekê ji xwe ra sîstemek danîbin û loma jî dizanin.

Dibê karê wiha malper tenê li ser nave xwe bike. Ji ber ku pirsîna ji hemû dost û havalan pir zahmet e.

Û ya din jî dibê şexs bi xwe bikin. Yanî ne ku malper îlanekê bide û navê çend kesên li gor dilê xwe li binî binivîsîne.

Wek gelek dost û hevalên wî, min jî gelkî bîriya kenê wî kiriye...

03 mars 2011

Serpêhatiya du dîkan

Dibêjin hebû tunebû, li gundekî du dîk hebûn.
Herduya tu carî li hev nedikirin, nabêna wan tim dijminatî û şer bû. Gav û seetê diketin gewriya hev û li hev dixistin, kumikên hevdu di nava xwînê da dihîştin.
Armanca herduya jî ew bû ku yê din ji ber xwe da bixîne.
Rojekê dîsa li ser gelo kî dîkê qoqo ye, serdarê mirîşkan hemûya ye li hev nekirin, di nabêna wan da şerekî bêaman dest pê kir.
Kumikên hev di nav xwînê da hîştin, hevdu perîşan kirin.
Piştî liberxwedaneke mezin û şerekî dûr û dirêj, dîkê mezin ji pertav da ket, bi kumika xwe ya di nav xwînêdamayî ji meydana şer baz da, çû ket pînê û di quncikê herî tarî da xwe veşart.
Dîkê biçûk şer qezenc kiribû, ji kêfa nizanîbû çi bikira.
Dixwest her kes vê mêranî û serkeftina wî bibîne. Çimkî wî zora dîkê mezin biribû.
Ji kêfa nizanîbû çi bikira…
Bi quretiyeke mezin firek da xwe û çû li ser sivîngê xênî danî. Bi serbilindî per û baskên xwe li hev xistin û dest bi azandanê kir.
Dixwest dinya û alem bibihîze ji nuha û pê da êdî dîkê qoqo û serdarê mirîşkan ew e.
Çimkî wî bi mêranî şer kiribû û dîkê mezin ji ber wî baz dabû û çûbû ketibû pînê.
Dibê haya her kesî ji vê serkeftina wî hebûya. Dibê mirîşk û dîkên din gişan ev cengaweriya wî bibihîstana.
Loma jî bi dengekî herî bilind bang da, got:
-Hela werin, hela werin! Êdî dîkê qoq û serdarê hemû mirîşkan ez im. Dibê her kes vê yekê bizanibe û bibihîze…
Tam di vê nabênê da qertelek li hewa xuya bû. Qertel carê du caran di ser xênî ra çû û hat û hinekî bilind bû û dûra jî wek tîreke ji kevên bipengize, got guj û xwe bera ser da, ew kir nava pencên xwe û bi hewa ket.
Dîkê qoqo û serdarê hemû mirîşkan hew carê dît ku wa ye di nav penceyên qertel da ye û bi hewa dikeve.
Qajeqaja wî li hewa olan da, çû ket guhê dîkê di pînê da.
Dîkê di pînê da hêdîka serê xwe ji pînê derxist. Dema dît ku wa ye dîkê din li hewa, di nav pencên qertel da ye êdî tu tirsa wî nema û rabû ji pînê derket û dîsa çû nava mirîşkan.
Û dîsa wek berê bû qîqle qîqîya wî û bi quretiyeke mezin per û baskên xwe bi erdê ra kişand, bi dengekî bilind û bi awirekî tahl bi mirîşkan da qîriya, gott:
- Qîqle qîîî...qîîî! Nuha dîkê qoq jî ez im, mîr û serdar jî ez im. We bihîst…¨

Bi gur ra dixwe bi xwedî ra şînê dike

Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinc, do êvarî di kanaleka televizyonê da gotiye, li dadgehan xweparastina bi kurdî mafekî bingehîn e. Heger girtî bixwaze xwe bi kurdî biparêze, dibê dadgeh vê daxwazê qebûl bike.
Lawo xelk çi çavê diya xwe û pîrika xwe ye.
Baş e heta nuha tu di guhê gê da bû?
Çima dema hakiman mîkrofon ji destê siyasiyên kurd girtin û nehîştin bi kurdî xwe biparêzin tu li dij derneketî û te dadgeh û hakim rexne nekir?
Sebebê ku te heta nuha pa û tu nuha dipeyivî gelo çi ye?
Diyar e hilbijartin nêz dibe û dîsa wexta xapandinê derewan e, loma jî
tam wexta “jestên” wiha ne.
AKP siyaseteke pir baş dimeşîne, berê kurdan digre, destên wan li kelepçê dixe û davêje zindanê û nahêle di mahkemeyan da xwe bi kurdî biparêzin.
Û dû ra jî bi merivekî xwe yên din jî xwedêgiravî vê yekê dide rexnekirin.
Yanî bi gur ra dixwe, bi xwedî ra şînê dike...
Heger bi rastî jî di mahkemeyan da axaftin û xweparastina kurdî mafekî rewa ye, wê demê dibê berî dadgehê tu, serokwezîr û serokkomarê xwe rexne bikî.
Ji ber ku Erdogan û Gul jî di dadgehan da qedexekirina kurdî parastin, gotin viya şov e û nizanim çi û çi ye...
Heger tu merivekî pir samîmî bû, dema Erdogan û Gul di dadgehan da qedexekirina kurdî rast dîtin tu li dij derketa.
Na, wê demê bêndeng dimîne, dma dadgeh nahêle bêdeng dibîme lê piştî çend mehan, yanî dema ne lazim e dengê xwe derdixe.
Dibê kurd bi gotinên wiha û bêwext nexapin.
Lê ji vê jî girîngtir, heger bi rastî zimanê dayikê mafê kurda ye jî wê demê dibê Bulent Arinc weke serokê meclîsê kurdî di meclîsa xwe da jî qedexe neke û mîkrofona mebûsên kurd nede girtin..
Heger tu bi gotinên xwe ra samîmî yî, wê demê axaftina kurdî li mebûsên kurd qedexe nekin û bihêlin bi ra kurd bi kurdî bipeyivin.
Lê derew e, tu jî weke Erdogan û Gul li dijî serbestbûn û resmîbûna zimanê kurdî yî.
Lê ji ber ku hilbijartin nêz dibin, tu bi vê fortê hêvî dikî belkî kurdan bixapînî û van gotina ji propagandeya xwe ra bikî malzeme.

Dewleta tirk bloga min jî qedexe kiriye...Nuha bi MSN-ê ez bi xwarziyên xwe yên li Wêranşarê ra peyivîm.

Ji bo ku çîrokên ez diweşînim bixwînin min lînka blogga xwe da wan. Gotin xalo bloga venabe, dema em ditikînin tekstek derdikeve, dibêje "ev malper bi biryara mahkemê hatiye qedexe kirin."
Îcar ev li seranserê Tirkiyê û Kurdistanê wih aye ya jî li hin ciyan tenê wiha ez nizanim...
Lê îşev ji Wêrfanşarê ji min ra wiha gotin...

Wê rojê dîsa yekî got, Netkurd jî dernakeve, dibêje bi biryara mahkemê hatiye qedexekirin.

De were ji vê hukûmet û dewleta rezîl ra barek xeber nede!

Hin siyasetmedar û ronakbîrên me demokrasiya AKP-ê bi asîmanan dixînin. Lê ew hukûmeta ku ew bi asîmanan dixînin û pê ra dibin dost, bloga min û Netkurdê qedexe dike, nahêle zarokaên kurdan di malpera min da çîrokên zarokan bixwînin.

Û ez ne hêz im, ne partî me, ne gerîlayên min li serê çiyan hene, ez şexse kim û hin tiştan dinivîsim.

Lê wa ye viya jî nahêlin....
Kurdên dostên AKP-ê dibê di sohbet û hevpeyvînên xwe da vê sansora dewletê û AKP-ê rexne bikin û sebebê wê ji berdevkên hukûmetê bibiprsin...

02 mars 2011

Jûriyeke wiha tunebûya baştir bû

Îşev cara pêşî min di TRT6-ê da li programa "Strana xwe bibêje" temaşe kir.

Li ser kesên distiran ez nikanim tiştekî bibêjim, ji ber ku ez ji muzîkê fêm nakim. Li gor min piraniya wan baş bûn. Çi ji destê kî dihat dikir. Îcar meriv jê hez bike, hez neke bêguman ew tiştekî din e...

Bi taybetî jî du xortên di serî da li gîtarê dixistin û yê ji Mêrsînê û yek jî ji Diyarbekrê pir baş bûn.
Xoetê ji Mêrsînê ku kilameke Xelîl Xemgîn got, him kurdiya wî pir baş bû him him jî pir xweş got...
herdy xortên li gîtarê dixistin jî baş bûn, lê kurdiya wan ne fesîh bû...
Lê yên pir xerab, nezan û pir bêmane jûrî bû, heyeta li beşdaran guhdarî dikir...
Li wir rûneniştana jî dibû...

Bêyî du kesên pêşkêşvan(wan wezîfeya xwe dikir) pênc kes jî weke jûriyê li wir rûniştibûn û xwedêgiravî li beşdaran guhdarî dikrin.

Lê çi jûrî, çi jûrî, te digot qey pênc robot li wir rûniştine, ne digotin him û ne jî gim. Weleh carnan dîsa Kadîr Îpek camêr digot xweş e, ya jî tiştekî din jî bibêje.

Lê yên din, hela bi taybetî jî Seîd Yûsiy, keçik û xortê li kêleka Kadîr Îpek, te digot qey kuliya zimanê wan xwariye.
Ji xwe ra pel pel li guhdarî dikirin....

Ez nizanim ji bo çi ew li wir rûniştibûn?

Endama jûriyê ya jin ji dêlî ku ji gurûba Wanê(baveke û 3 keç bûn) li ser muzîka wan tiştekî bipirse, pirsa pîlanên wan yê pêşerejê kir, got hûn difikirin derkevin dawetan ya jî îmkanên wisa hene?
Yanî tiştekî wisa pirsî.

Bi rastî dîmenekî qet ne xweş bû.

Yek endamê jûriyê jî bi du gotinan be jî strana beşdarekî şirove nekir, di derbarê deng, ziman, hereket, meqam, muzîk û hwd da qet tiştek negot.

Tiştê digotin, "baş bû" û "sipas...."

Kî dihat, strana xwe heta dawiyê digot û wan jî weke kesên nîvmirî lê guhdarî dikir û dû ra jî Kadîr Îpek digot, sipas û yekî din dihat...

Her kes dikane bibêje "sipas" û "baş bû", ji bo vê yekê ne hewceye meriv hunermend û muzîknas be.
Ku xwedêgiravî ew zanayê muzîk bûn loma ew danîbûn wir, da ku li ser muzîka beşdaran tiştekî bibêjin.

Bi dîtina min kîjan xortekî diyarbekrî li dewsa Seîd Yûsif, endama jin û yên din li wir rûniştibûya ewê baştir bûya, miheqeq ewê derbarê muzîka wî şexsî da tiştek bigota.

Loma jî heyetek, jûriyeke wiha tunebûya ewê baştir bûya, çimkî yên li wir tiştek nedikiirn, di nabêna hebûn û tunebûna wan da ferq tunebû...

Gava meriv bi yên swêdiyan ra miqayese dike kenê meriv tê...

Kî yê zengil têxe hustuyê pisikê?

Dibêjin hebû tunebû, li gundekî gelek mişk hebûn.
Mişk gava bi şev ji qulikên xwe derdiketin, der û dor baş saxî dikirin. Heger tu talûke tunebûya, derdiketin derve û ji xwe ra li tiştekî xwarinê digeriyan, di kozan û binê kulînan da zikên xwe têr dikirin.
Lê ji siûda wan ya xerab ra her li wî gundî pisikek reş jî hebû ku qet rehetî nedida wan.
Pisika reş di girtina mişkan da pir jêhatî bû. Wê bi hawakî bêdeng û pir jî bi dizî xwe nêzî wan dikir û dûra bi derbekê da xwe çindî ser wan dikir û ew digirtin.
Mişk giş ji vê konetî û zîrekiya pisikê pir nerehet bûn. Pisikê jiyan li wan heramandibû, kiribû zindan.
Dema mişka napirûk (naperûçk) û diranên pisikê yên tûj dianîn bîra xwe ji tirsa diricifîn, xwarin bi ber wan da nediçû.
Mişk her êvar li hev kom dibûn, bi hev dişêwirîn, ji hev ra digotin:
-Gerek em ji vê pisika zalim xelas bibin. Ku em jê xelas nebin, emê tu carî nikanibin ji van qulikên xwe derkevin derve û li vê dinya ronak serbest û azad bijîn.
Lema jî dibê em tiştekî bikin, çareyekê ji vî halê xwe ra bibînin. Ev jiyana me ne tu jiyan e. Ji tirsa pisikê em newêrin serê xwe ji qulikên xwa derxin…

Mişkan ji halê xwe gazin dikirin, li hember pisikê li çareyekê digeriyan, lê nizanîbûn ewê çareyeke çawa bibînin?
Li mitbaxa malekê, di bin kulînê da mişkekî rîsipî dijiya. Rojekê mişk giş kom bûn û çûn ba wî mişkê rîsipî, jê aqil û alîkarî xwestin.
Mişkê rîsipî piştî ku li gilî û gazinên mişkan guhdarî kir û şûn da, kûr û dûr fikirî.
Ji mişkan kirtînî dernediket, giş li benda bûn ku mişkê rîsipî ewê aqilekî bide wan, riyeke felatê bi ber wan xe. Dibê mişkê rîsipî ji halê wan yê perîşna ra çareyek bidîta.
Dawiya dawî mişkê rîsipî got:
-Gelî mişka, fikrek min heye. Dibê bi hawakî meriv tiştekî têxe hustiyê pisikê. Tiştekî wisa ku dibê deng jê were, dibê meriv hatina wê bibihîze.
Pisikê rîsipî hinekî serê xwe xurand û dûra jî axaftina xwe weha domand:
-Mesela zengilek ewê kanibe vê wezîfê bibîne. Çaxa zengil di hustiyê wê da be ewê nikanibe bi hawakî bêdeng xwe nêzî me bike. Emê hatina wê bibihîzin û bi vî hawî jî fersendê bibînin xwe bigihînin qulikên xwe.
Ev fikir ket serê mişkan hemûyan, giş kêfxweş bûn û gotin wele tedbîreke pir baş e.
Lê ewê zengil ji ku peyda bikirana?
Piştî minaqeşeyên dûr û dirêj çareya vê yekê jî dîtin. Zengilê beranê malê bi ser kulavê şivên ve dardakirîbû. Anîna wî gelkî hêsan bû.
Mişkekî tavilê çû benê wî kurisand û zengil girt û anî.
Mişkekî din jî çû ji derekê qayişek peyda kir.
Û dûra jî zengilê xwe pêve kirin.
Êdî her tişt hazir bû, tenê dibê zengil bibirana têkirana hustiyê pisikê.
Lê kê ewê ev wezîfeya bi talûke bigirta ser milê xwe?
Dawiya dawî mesle hat ser:
-Kî yê here zengil têxe hustiyê pisikê?
Kesî nexwest xwe bide ber karekî wiha.
Yekî ji tirsa got:
- Wele li mal karekî min heye, dibê ez rabim herim mal.
Yekî got:
- Ev demeke milê min diêşe, ez tew nikanim destên xwe bilind bikim…
Yekî din got:
- Ev çend roj in ez kût bûme, nig ketiye ber min, ez nikanim bimeşim…
Û dûra jî xwe kuland û ji civînê derket.
Yekî din got:
-Minê ev kar bi dil û can bikira, lê ez tehamulî dengê zengil nakim. Gava dengê zengil û bîna qayişê tê min, ez di cî da dixewirim.
Welhasil her mişkekî ji bo ku nebe zengil nexe hustuyê pisikê bi hawakî ji xwe ra mazeretek dît û xwe neda ber vî karî û rabû çû mala xwe.
Lema jî pisik hîn û hîn jî bêzengil e û mişk jî nikanin hatina wê bibihîzin. Û ji bo wê jî pisik tim kane bi dizîka mişka bigire…

01 mars 2011

Çima kurdên AKP-yî jî weke Erdogan li dijî Asîmîlasyonê dernakevin?

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, li Almanyayê li bajarê Dusseldorfê deng li tirkên li Almanyayê dijîn kiriye û ji wan xwestiye ku ew berê tirkî, dû ra almanî fêr bibin.
Erdogan dîsa li dijî asîmîlasyonê derketiye û gotiye, dibê ew asîmîle nebin, dev ji nasname, ziman û çanda xwe bernedin.
Serokwezîrekî Tirkiyê û yekî weke Erdogan ku bi şîdet asîmîlasyona kurdan diparêze, mafê perwerdeya bi kurdî nade kurdan, heta vê daxwazê weke daxwazeke terorîstan dibîne û her roj ji kurdan da ra dibêje, ”yek dewlet, yek milet, yek al, yek ziman” dibê nikanîbûya ji Almanyayê ji bo karkirên tirk perwerdeya bi tirkî bixwesta.
Berî ku Erdogan ji bo tirkên li Almanyayê dijîn mafê perwerdeya zimanê zikmakî ji Almanyayê bixwaze, dibê ew û dewleta wî wî mafî bide kurdan.
Kurdan heta nuha gelek caran ev durûtiya Erdogan bi bîra wî xistine lê mêrik zêde guh nade rexneyên kurdan.
Lê heta nuha 75 mebûsên kurd yên AKP-ê yek carê jî negotine, birêz Erdogan tu ji bo mahcir û karkirên tirk yên li Almanyayê mafê perwerdeya bi tirkî dixwazî lê tu çma vî mafî nadî zarokên me kurdan?
Tu dibêjî qey zimanê van 75 mebûsên kurd yên AKP-ê kuliyan xwarine, ji bo xatirê Xwedê yek carê jî yekî ev pirs ji Erdogan nekiriye, ya jî newêrîbûya vê pirsê ji Erdogan bike.
Ne ku bîr nabin ya jî nizanin.
Bêguman hemû jî cinin in, pîncîtiya nizanin tuneye, dikanin vê pirsê û gelek pirsên zahmetir jî ji Erdogan bikin.
Lê nayê hesabê wan, ji ber ku xîret hindik e, kursî û bêrîka xwe di ser her tiştî ra digirin loma.
Heger merivên demokrat bûna, piçek kurdperwerî bi wan ra hebûya carê ewê ev pirs ji Erdogan bikirana.
Lê nakin û ewê tu carî jî nekin.
Loma jî dibê kurdên welatperwer, mebûsên BDP-ê û gel, ji van 75 mebûsên AKP-ê yên kurd bipirsin, bibêjin hûn çima vê pirsê ji Erdogan nakin?
Mafê ku Erdogan ji bo tirkên li Almanyayê dijîn ji Almanyayê dixwaze, çima hûn newêrin ji Erdogan û hukûmeta wî bixwazin?
Heger hûn bi rastî kurd in û ji bo temsîla me kurdan çûne parlamentoyê, wê demê mafê me yê perwerdeya bi kurdî, ku mafekî me yê herî însanî ye ji Erdogan bixwazin.
Mafê ku Erdogan ji bo miletê xwe rewa û heq dibîne û ji hukûmet û dewleta Almanyayê dixwaze, ji 75 mebûsên AKP-ê yên kurd yek kes jî eynî mafî ji gelê xwe ra wek heq nabîne û loma jî naxwaze, ya jî dibîn elê newêre bixwaze...

Qertel û kûsîyê bêhiş

Hebû tunebû, qertelek hebû. Rojekê pir birçî bû. Ji bo ku ji xwe ra nêçîrekê bike pir geriya, lê tiştek bi dest nexist.
Her ku diçû birçîbûnê zor lê dikir. Nikanîbû tu nêçîr jî bikra.
Hêdî hêdî nêzî mirinê dibû.
Bi hawakî ji pertav da ketî, birçî çû xwe da ber siya gomakî û lûsiya.
Di wê nabênê da kûsiyek ji wir dibihurî. Melûlî û hustuxwariya qertêl bala kûsî kişand. Kûsî li qertel sekinî, jê ra got:
- Birakê qertel, xêr e, ji bo çi tu wiha bi hustuxwarî li ber vî kevirî sekinîyî? Derdê te çi ye?
Qertel lê vegerand, got:
- Birakê kûsî, qet li halê min nepirse. Ev çend roj in qet tiştek bi devê min nebûye, min tiştek nexwariye. Ez çiqasî digerim jî nikanim tu nêçîrê bikim. Ez dikim ji birçîna bimrim.
Kûsî got:
- Ez kanim tiştekî, nêçîrekê nîşanî te bidim û te ji mirinê xelas bikim. Lê ez ditirsim ku tu bi min ra bêbextiyê bikî.
Qertel got:
- Ebeden. Ez soz didim ez bi te ra bêbextiyê nakim. Zû bibêje ew tişt çi ye? Ez hew deyax dikim, ez dikikm ji nêza bimrim…
Kûsî got:
- Xwarineke xweş heye, li van deran tim jî peyda dibe. Tu ji min ra sond bixwe tu yê bêbextiyê bi min ra nekî, ezê nuha wî tiştî nîşanî te bidim.
Qertel tavilê jê ra sond xwar. Got de zû bibêje!
Piştî sond û lavayên qertel, kûsî jê ra got:
- Di nav van erdan da heta tu bixwazî kûsî pirr in. Hema wan têke nav pençên xwe û bi hewa keve, baş bilind bibe û dûra jî wan berde ser van keviran. Dema ew li keviran kevin ewê qalikê wan bişkê û goştê wan ewê derkeve derve. Hundurê qalikê wan tije goşt e, goştê wan jî gelkî xweş û lezîz e. Hema heta ji te tê bixwe…
Çaxa kûsî wiha got gelkî kêfa qertel hat, hema di cî da perr û baskên xwe daweşand, got:
- Birakê kûsî, tu dibînî ez ji hêz da ketime, ez nikanim herim bigerim. Bi Xwedê ji te çêtir tuneye, hema ezê ji te dest pê bikim…

Qertel wiha got û kûsî xist nav pençên xwe û bi hewa ket. Dema kûsiyên dorê kûsî di nav pençên qertel da dîtin, yek nekirin dudu û dest bi revê kirin, xwe veşartin.

Dibêjin hîn û hîn jî dema kûsî qertel li hewa dibînin, ev serpêhatî tê bîra wan û reva xwe didomînin, li vir û li wir xwe vedişêrin...