03 mars 2011

Serpêhatiya du dîkan

Dibêjin hebû tunebû, li gundekî du dîk hebûn.
Herduya tu carî li hev nedikirin, nabêna wan tim dijminatî û şer bû. Gav û seetê diketin gewriya hev û li hev dixistin, kumikên hevdu di nava xwînê da dihîştin.
Armanca herduya jî ew bû ku yê din ji ber xwe da bixîne.
Rojekê dîsa li ser gelo kî dîkê qoqo ye, serdarê mirîşkan hemûya ye li hev nekirin, di nabêna wan da şerekî bêaman dest pê kir.
Kumikên hev di nav xwînê da hîştin, hevdu perîşan kirin.
Piştî liberxwedaneke mezin û şerekî dûr û dirêj, dîkê mezin ji pertav da ket, bi kumika xwe ya di nav xwînêdamayî ji meydana şer baz da, çû ket pînê û di quncikê herî tarî da xwe veşart.
Dîkê biçûk şer qezenc kiribû, ji kêfa nizanîbû çi bikira.
Dixwest her kes vê mêranî û serkeftina wî bibîne. Çimkî wî zora dîkê mezin biribû.
Ji kêfa nizanîbû çi bikira…
Bi quretiyeke mezin firek da xwe û çû li ser sivîngê xênî danî. Bi serbilindî per û baskên xwe li hev xistin û dest bi azandanê kir.
Dixwest dinya û alem bibihîze ji nuha û pê da êdî dîkê qoqo û serdarê mirîşkan ew e.
Çimkî wî bi mêranî şer kiribû û dîkê mezin ji ber wî baz dabû û çûbû ketibû pînê.
Dibê haya her kesî ji vê serkeftina wî hebûya. Dibê mirîşk û dîkên din gişan ev cengaweriya wî bibihîstana.
Loma jî bi dengekî herî bilind bang da, got:
-Hela werin, hela werin! Êdî dîkê qoq û serdarê hemû mirîşkan ez im. Dibê her kes vê yekê bizanibe û bibihîze…
Tam di vê nabênê da qertelek li hewa xuya bû. Qertel carê du caran di ser xênî ra çû û hat û hinekî bilind bû û dûra jî wek tîreke ji kevên bipengize, got guj û xwe bera ser da, ew kir nava pencên xwe û bi hewa ket.
Dîkê qoqo û serdarê hemû mirîşkan hew carê dît ku wa ye di nav penceyên qertel da ye û bi hewa dikeve.
Qajeqaja wî li hewa olan da, çû ket guhê dîkê di pînê da.
Dîkê di pînê da hêdîka serê xwe ji pînê derxist. Dema dît ku wa ye dîkê din li hewa, di nav pencên qertel da ye êdî tu tirsa wî nema û rabû ji pînê derket û dîsa çû nava mirîşkan.
Û dîsa wek berê bû qîqle qîqîya wî û bi quretiyeke mezin per û baskên xwe bi erdê ra kişand, bi dengekî bilind û bi awirekî tahl bi mirîşkan da qîriya, gott:
- Qîqle qîîî...qîîî! Nuha dîkê qoq jî ez im, mîr û serdar jî ez im. We bihîst…¨

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE