Hebû tunebû, kerek û gayek hebû. Rojekê ga çû ba kerê û jê ra got:
-Birakê ker, tu zanî van zaliman ez bi vî cotî kuştime. Ev serê mehekê ye ji berbanga serê sibê heta roj dihere ava wer bi min cot dikin, nahêlin ez pişta xwe rast bikim. Ma tu nikanî aqilekî bidî min ji bo ku ez çend rojan bîna xwe bigrim.
Kerê got:
-Pir hêsa ye. Hema îşev dema alif dan ber te, alifê xwe mexwe. Dema tu alifê nexwî ewê bibêjin qey tu nexweş î û roja din jî te nabin cot.
Ev şîreta kerê ket serê gayê cot. Êvarî, dema alifê wî wek her tim dan ber, gê (ga) devê xwe neda alif.
Roja din sibê, gava mêrikê cotkar çû ku gê(ga) bibe cot, bala xwe dayê ga li erdê mexel e.
Kir nekir, ga ji erdê ranebû. Li afirê wî mêze kir, dît wa ye alifê wî jî hîn giş di cî da ye. Mêrik bi lez û bez çû ji jina xwe ra got:
-Xatûn, wele gayê me pir nexweş e. Alifê xwe nexwariye. Ku wiha be cotê me jî li erdê ma. Emê çawa bikin?
Jinikê got:
-Tişt nabe. Îro tu kanî ker ji dêl wî ve bibî cot. Qey heta sibe ewê baş bibe.
Mêrik got, wele rast e û rabû ker da ber xwe û bir cot.
Bi vî hawî çend rojan bi ker cotê xwe kir.
Piştî hefteyekê ker êdî ji hal da ket, ma hestî û çerm. Her êvar dema ji cot dihat, ji gê (ga) ra digot:
-Bira, ev çend roj in dibê te bîna xwe baş girtibe. Tu dibînî hal di min da nemaye. Ma tu êdî ranabî naçî cot?
Li hember van gotinên kerê, gê tim xwe kerr dikir, wek ku qet deng neçê, ji xwe ra qala tiştekî din dikir.
Ker dît ku bi vî hawî nabe, wiha biçe ewê hemû cot bi wî were kirin. Şevekê ji ga ra got:
-Bira, tu zanî min îro çi bihîst?
Gê bi meraqdarî got:
-Te çi bihîst?
Ker got:
Wele îro dema cotkar û jina xwe bi hev ra dipeyivîn dengê wan hate min, ji hev ra digotin:
-Ga ji bo cot e. Piştî ku cot jê neyê ma ji bo çi emê wî xwedî bikin? Ya baş em wî şerjê bikin û goştê wî ji xwe ra bixun, bikin qelî.
Dema ker wiha got, hinavê gê qetiya. Ji ker ra got:
-Le îcar ezê çawa bikim? Ez di bextê te da me, zû aqilekî bide min.
Ker got:
-Pirr rehet e. Îşev alifê xwe biqedîne. Gava bibînin te alifê xwe giş xwariye, ewê bibêjin wele waye gayê me sax bûye. Û bi vî hawî tu yê ji şerjêkirinê xelas bibî.
Dema bû êvar mêrik wek her tim dîsa çû alifê gê(ga) da ber. Serê sibê wexta cot, mêrik bala xwe dayê waye gayê wî alifê xwe giş xwariye. Gelkî kêfa wî hat, got:
-Bi Xwedê wa ye gayê min sax bûye, îro ez kanim wî bibim cot.
Û dûra jî rabû ew bir cot û ker jî bi vî hawî ji cotkirinê xelas bû…
Lê ker êdî hew şîret li gê kir û bawerî pê anî…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar