Meriv kane di jiyana xwe da teşxeleyê, xirecirê, teqreqê kêm û zêde bike. Bi kirinên xwe meriv kane wan kê, ya jî zêde bike. Qaîde pir basît e:
-Heger tu di jiyana xwe da teşxeleyê û tevlihevîyê naxwazî qaîde basît e: Tiştên te rahîştê, tiştên te rakir dibê tu dîsa deynî dewsa wan a berê, însanan jî deyne ciyê wan ê heq kiriye, wan zêde bilind û mezin meke. Kî layiqî ku derê ye bira li wir be.
-Yên zanibin xweş bipeyivin kin dipeyivin, hidik lê rindik
dipeyivin. Gotinên zêde wek xwarina zêde meriv nerehet dikin.
-Fêrbûn, cesaretkirina bikaranîna aqilê xwe ye. Yê biwêribe
aqilê xwe bixebitîne fêr dibe.
Îmmanuel Kant
XXX
Xwedê kir bi meriv ra ûjdan û exlaq heye, ûjdan, exlaq
tuneba, meriv tim bida dû aqil, merivê gelek şaşî û xerabî bikira.
Ji ber ku bi neyarên me û kurdên bûne hevalên wan ra ûjdan û
exlaq kêm e, bi hinan ra tew tune ye, lema pir zalim in û xerabîyên mezin
dikin.
Nahêlin em bîna xwe bigrin, du kurd tên ba hev, dest pê dikin defa hawarê
lêdixin.
Meriv bersîva dirêj nade kesê aqil kin
XXX
Hin kesên, hin camêrên wer hene ji ber ku yên der û dora
wan, nas û dostên wan şaşiyên wan, kêmasîyên wan nadin rûyên wan, ew wer bawer
dikin ew merivên bêkêmasî, bêqusûr in.
Kes ne bêkêmasî û mikemel e. Dibê meriv vê rastîyê tu carî ji bîr neke. Mirî bêkêmasî ne û şaşiyê nakin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar