12 november 2026

Ji tizbîyan hez dikim


Hûn vê tîzbîya min çawa dibînin, gelo tizbîyeke baş e, ya na? 

Ez nizanim ji çi tizbî ye,lê jê hez dikim.
Nerm e, kişandina wê xweş e. Kolleksîyoneke min feqîr heye, carnan yekê ji nav diniqînim.
Tu carî tizbîya destê kesî nagrim, lê yek ji dil wek dîyarî bide qebûl dikim.
Ev tizbîya min dîyarîya Nezîr Dûygû ye. Mala camêr ava be. Di nav tizbîyên xwe da belkî herî bêtir ji wê hez dikim.

Dixwazim li vir careke din sipasîya Salihê Kevirbirî bikim. Camêr wê salê dema hat serdena min, sê tizbî dan min. Ez vê çêyîya wî ji bîr nakim.



XXX

-Dil got, ne mimkûn e
Tecrûbeyê got, bi rîsk e
Aqil got, bêmane ye

Dil got got, lê dîsa jî hêjayî ceribandinê ye.
La Edrî

Dil delodîn e, carnan guh nade êqil, rêya xwe didomîne...

 XXX

Xwezî min hin însan hinekî zûtir, hinek hinekî derengtir, hinekên wan jî qet nas nekirana.

XXX

-Meriv di jiyanê da dersên herî mezin ji kesên herî erzan digre.
Vîktor Hugo

-Kesê bawerîya wî bi ronahîya wî hebe, ji biriqîna yekî din nerehet nabe

Viktor Hugo

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar