Dibê meriv hin caran rûne û li jiyan û salên xwe yên borî bifikire, gelo meriv çi rast û baş kir, çi şaş û xerab kir?
Yanî muhasebeya salên borî bike.
Ez bi xwe wer dikim, carnan muhaseba jiyana xwe ya borî dikim. Bi hin tiştên min kirine kêfxweş dibim, dibêjim baş bû min wer kir, bi hin biryarên xwe jî poşman û xemgîn dibim, dibêjim xwezîka min wer nekira...
Meriv biryarên xwe yên rast û şaş, baş û xerab bizanibe baş e.Gerek meriv tarîxa xwe bizanibe.
Dû ra, piştî wext, sal û zeman derbas dibe, meriv dibêje, baş bû wê demê min nikanîbû ew tişt bikira, heger min kiriba nuha wiha nedibû, nuha halê min xerabtir bû.
Ev tişt hatîye serê min, nuha ez pir kêfxweş im, hin tiştên min dixwest bikim lê min nikanîbû bikira. Baş bû min nikanîbû.
XXX
Ez nuha di umrekî wiha da me bedena min di huhê min da
dibêje:
”Hêdî bajo heyra, te xêr e?
Li xwe miqate be. Tu min pir diwestînî, ez ne xortê berê me.
Ji bîr meke, tu ne 26 salî yî, tu 76 salî yî.
Tu vêsê dîsa zû rabû, tu baş raneket."
Ez çi bikim, xew li min gerîya...
XXX
-Derzîyê got belkî heqê wê li dezî heye.Piştî dezî qedîya,
derzî bi kêrî tiştekî nehat,wê çaxê fêm kir yê ew bi qîmet kiriye dezî bûye.
Hin sîyasetmedar wer bawer dikin dewsa wan tu carî tije
nabe, ew herin dinya ewê xera bibe. Ne wisa ye, ew tunebin belkî halê me baştir
bibe.
XXX
Her ku însan rastîyê dibêje dijminên însên zêde dibin. Ji bo
ku dijminên te zêde nebin ya dibê tu li heberî şaşîyan dengê xwe nekî, ya jî
wan biparêzî.
Bi bawerîya min ew jî oportunîst û bêexlaqî ye.
Lê hevalên oportunîstan û bêexalaqan pir in.
XXX
Em ji bo xwe, ji bo jiyana tenê nehatine dinê û ji bo xwe
tenê najîn.
Gere kem ji bo welatê xwe, ji bo civata xwe jî tiştekî
bikin, tiştekî biquliqînin.
Gerek em li hemberî bindestîya xwe, li hemberî zulma li me
dibe, li hemberî şaşîyên serokên me dikin bêdeng nemînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar