Medya me ya kurmancî ji dêlî zimanê me tekûz bike, xera dike, ji dêlî bi xelkê bide hezkirin, gotinên naylon yên kes jê fahm nakin bi kar tîne; dibe sebebê însan ji xeberekê fahm nakin.
We zanîbû wezîfe bûye ”peywir”?
Rûdawê wezîfe kiriye ”peywir” !
Êdî emê nebêjin, ev ne wezîfa min e, emê bimêjin, "ev ne peywira min e..."
Rûdawê gotiye:
”Wezîrê Şer yê Amerîkayê Pete Hegseth li ser pêvajoya
dûrxistina ji peywira xwe û operasyonên leşkerî daxuyanî da.”
Koka "peywirê" çi ye, ji ku anîne, çi têkilîya wê
bi wezîfeyê heye ez nizanim.
Wer xuya dike bi saya zimanê Rûdawê û yê hin zimanzanên me
piştî çend salên din kurmancî ewê bibe gêrmîya gavanan û emê nikanibin ji xebereke
bi kurmancî fahm bikin.
Lê ne Rûdaw tenê, gelek nivîskar û zimanzanên me jî wek Rûdawê ne. Ji xwe xeta
xwar ji gayê pîr da ye, ziman, rojnamevan piranîya van gotinên naylon çêdikin û belav dikin.
Edebîyat kirine: wêje.
Komeleya wêjevanan jî vekirine.
Edebî kirine: torevan, wêjevan, wêjesaz
Turîst kirine: geştyar
Turîzim kirine: geşt
Bûyer, hedîse bûye: pêşhat
Dibêjin: Pêşhatên dawî.
Ji sosyolojîyê ra dibêjin: civaknasî
Psîkolojî bûye: derûn
Psîkolog bûye: derûnnas
Agahî bûye: zanyarî. Gelek caran ji dêlî bibêjin, Li gorî agahîyên
Rûdawê bi dest xistine, dibêjin: li gorî zanyariyên Rûdawê...
Çêbûn, bi cî anîn bûye: encamdan. Civîn encam dide…
Ji dêlî bibêjin, civîn çêbû, civîn çêkirin, dibêjin: "Civîn hat
encamdan". Ev ne kurdî ye, tercumeya ya ji farisî ye, ya jî ji erebî ye.
Di şûna bibêjin, "Husên hat kuştin", dibêjin "Husên
hate terorkirin".
Spor bûye: Werziş, yarî
Îdîa bûye. Angaşt. Dibêjin hat angaşkirin pûlis bi zor filan
kes li balafirê siwar kiriye...
Li gorî angaşata Şêro civîn baş derbas bûye...
helbet ne Rûdaw tenê, malperên din jî eynî tiştî dikin.
Sernivîseke Rûdawê wiha ye:
”Barana dîrokî ya li Hewlêrê: Ji sala 1980yî ve rekora herî
bilind hat tomarkirin”
We ji vê sernivîsî, cumleyê çi fêm kir?
”Tomarkirin, tomar lir” çi ye?
Min bi xwe fahm nekir çi ye !
Nîvtuxtor meriv ji can, nîvmele meriv ji îmanê dike. Medyaya kurdî û zimanzanên me jî kurmancîya maye bi gotinên naylon kirine zimanekî însan jê fahm nakin. Kurmancî ji otantîkîya wî derxistine, kirine zimanekî mekanîk.
XXX
Nevzat Eminoglu: Kekê Zinar ez ev13 sal e li Zanîngeha Mûşê
dersa Ziman û Edebiyata Kurdî didim, ez jî wek te ji Kurmancî ya naylon, çêkirî
û lêkirî ya pêşkêşvanên Bakurî yên Rûdawê û yên wek wan bêzar im. Haya van
camêr û canikan hêz û xezîneya jîndar/heyî ya Kurmancî tune ye û keennehû bi
van gotinên ne li cih Kurdî teqwiye û hêzdar dikin. Îro ez rastî îfadeyeke
pêşkêşvana Rûdawê a Bakurî Hêvîdar Zanayê hatim serê min mezin bû!
Dibêje: "Golikeke bi temenê xwe 2 salî...."
Ka em kudera vê ecêbê serast bikin. Golik ji xwe dewara yek
yan du salî ye.
"Temen" yan jî "Umur" ji bo însanan tê
gotin ne ji bo heywanan.
Ji bo heywanan "sal" tê gotin.
Xwedê alîkar be ji Kurmancî ya di destê van de:)
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar