Zanîn cesaretê dide meriv, cehalet jî quretîyê, pozbilindîyê û însên zimandirêj dike.
Bi xêra medyaya sosyal, dinya dijîtal meriv zanayan jî, cahilan jî her roj dibîne.
Berî hebûna vê teknolojîyê ev yek pir sînardar bû. Teknolojîya îro dinya pir
biçûk kiriye, kî li ku derê çi dibêje meriv di kompîtora xwe da, di telefona
xwe da dibîne, dixwîne, lê guhdarî dike. Pêşketineke muhteşem e, aqil ji serê însên dibe, însên serxweş dike.
Ez werim ser mesela xwe, ferqa merivê cahil û zana.
Cesûriya merivê cahil ne wêrekîya merivê zana ye, xwenezanî
ye, ji ber kêmaqiliyê ye.
Merivê cahil wekî hespê bêrişme ye. Bêyî pêşiya xwe bibîne dibeze, di dawiyê da
li derekê dilikume û di kortekê wer dibe..
Merivê cahil bi şûrê xwe, zana bi hişê xwe şer dike. Kesê
nezan bi hêz û bêperwatiya xwe bawer e, lema cesûr hereket dike, tiştê nizanibe
jî xwe tevê dike. Lê belê kesê zana gotina xwe dipîve û dipeyive, tiştê nizane
nabêje.
Agirê cahilan wek agirê pûş e, zû vêdikeve, agirekî gurr e, lê
zû jî vedimire.
Cesûriya cahilan bêbingeh e û li hemberî rastiyê zû têk diçe.
Kesê ji tiştekî fêm neke, ji fikrê xwe bawer e, cesûr
hereket dike. Tirsa merivê zana ji ber zanîna wî ye, tim li encamê difikire. Bêperwatî
ne wêrekî û mêranî ye, cahilî ye.
Dibêjin, çavê merivê cahil kor e, destê wî dirêj e. Xwe tevî
her meselê dike, tilîya xwe dixe her qulikê û bi vê yekê jî zirarê deide derdora
xwe.
Mewlana gotiye, bi merivê cahil ra sohbet zor e, çimkî çi tê devê cahil dibêje
Merivê zana, bi kultur berê dipîve, dû ra dibirre. Merivê cahil berê dibirre dû ra dipîve.
Cesûriya bê fikir bi zirar e, her tim poşmaniyê li pey xwe tîne. Cahil, dostê xwe jî bi cahilîya xwe diêşîne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar