21 november 2026

Em kurd miletekî serapê êş in

Em kurd miletekî pir êşîyan e, me pir kişandîye, em serapê êş in.
Êş, ne tenê nesaxî û janeke, alîyekî wê yê baş, bi feyde jî heye. Êş, zor û zehmetî însên xurt, kamil, maqûl û debax dike. Asta întelektuelîyê, hestên humanîzmê bi însên ra zêde û xurt dike.

Êş, di debîyatê da, di felsefeyê û di gotinên pêşîyan da jî cîyekî girîng digre, li ser êşê gelek tişt hatine gotin.

Mewlana Celaledîn gotiye:

"Birîn ew cih e ku ronahî jê dikeve hundirê te."
”Genim heta neyê hêran nabe nan, dar jî heta neyê birrîn nabe bilûr.”

Friedrich Nietzsche gotiye:
"Tiştê min nekuje, min xurttir dike."
”Êş mamosteyekî sert e, lê tiştên ew fêrî meriv dike tu kesekî din nikane fêr bike."

Gotinên jor nîşan didin êş, zor û zehmetiyên jiyanê him hêzeke nû didin meriv, him jî meriv kamiltir dike, ji meriv ra dibin tecrûbe.

Seneca gotiye:
"Zêr bi agir tê ceribandin, însan jî bi belayan. Wekî elmas û zêr, nirxê rastîn ê însên di nav zoriyan da derdikeve ortê.”

Pinpinîk dema ji pîstikê xwe (ji qalikê xwe) derdikeve dibê ew bi xwe wî pîstikî biqelêşe û jê derkeve. Ev têkoşîn qewetê dide baskên wê ji bo ku bikanibe bifire. Heger kesek alîkariya wê bike, pîstik biçirîne baskên wê qels dimînin, nikane bifire.

Darên di nav bahoz û bagerên zêde da mezin dibin, rehên wan kurttir diçin binê erdê, qurmê wan ji yên darên di cihên bêba da mezin dibin gelekî saxlemtir e.

Hesin di agir da û di bin lêdanên çakûç da dibe şûrekî baş, însan jî bi serpêhatîyên xwe, bi zor û zahmetîyên tê serî kamil û maqûl dibe.

Konfuçyus gotiye:
”Elmas çawa ku heta neyê xeritandin xweşik nabe, însan jî heta êşê nekşîne nakemile.”
Em kurd, ji ber vê êşa me kişandîye û em dikşînin, bi zana û nezanên xwe va, wek milet em ji tirkan kamiltir in, ji wan maqûltir û însantir in. Ev rastîyeke li ber çav e, nayê înkarê. Kurd miletekî ne zulimkar e, aştîxwaz e.
Çimkî me pir kişandîye, me pir zulm û neheqî dîtîye. Ev yek me bêtir dike însanên kamil û humanîst. Ji bo wê ye em ji tirkan bêtir li dijî zulmê û neqîyê ne û ji bo azadîya însên micadleyeke bênabên didin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar