Îro li Stockholmê hewa gelkî ne xweş e, berfa ketîye dihele, ya dibare şilope ye. Û di ser da jî ba heye, meşê zahmet dike.
Lê min û xaninê dîsa jî cesaretê xwe topî ser hev kir û xwe lê qeliband, em çûn li dor seetekê meşîyan.
Bîna me li hundur teng bû, me di paceyê ra bala xwe da derve, me bîstekê li kulîyên, li peşkên berfê temaşe kir, me
ji hev ra got, ”wele berf, merf, emê herin gerra xwe bikin û werin."
Em çûn, em li dorî seetekê meşîyan, ji ber ku ba bû û berfa dihelîya, meş ne xweş bû, em zû
vegerîyan malika xwe, hêlîna xwe ya germ.
Lê îro ne wiha ye. Li gorî raporên hewayê 3-4 rojên din jî ewê wiha be, ya ewê şilope bibare, ya jî geh ewê bibe berf û geh bibe baran. Ezê li rewşê binêrim, ligorî wê hereket bikim.
Heger hewa ne xweş be ezê xwe bidim xwendinê. Du kitêbên ez bi hev ra dixwînim li ber qedandinê ne, ezê wan biqedînim û dest bi xwendina hin bîranînan bikim.
Nameyên Nûredîn Zaza mmin nîvî kirîye, ezê wê jî biqedînim. Hin bûyer ketin nabênê min ji bîr kir temam bikim.
Di rojên berf û baran da xwendin xweş e.
Di medyaya sosyal da bala xwe didim minaqaşeyên nabêna kurdan û hin sîyasetmedarên rîsipî, pir xemgîn dibim. Kesên 70-80 salî wek zarokan dev davêjin hev da, minaqeşeyeke vala û pir bêmistewa tê kirin, madê meriv jê digere.
Seha me ya sîyasî pir qirêj bûye, zîde pîs û bêmestewa bûye. Ez hevza xwe jê dikim, xwe tevê nakim.
Bi bawerîya min ev bêedebî û kulture lûmpen ji tirkan di me gerîya ye. Di nava kurdên din da minaqeşeyên bi vê mistewa nizm nayê kirin.
XXX
Gotineke pêşîyên îzlandîyan dibêje,”Ga, ne li karê dike,
barê dikşîne, li êmê ewê têkeve cuherê wî difikire,ji bo wê ga ye.”
Gelek însanên wek ga difikirin hene, ne li azadîya xwe û
miletê xwe, tenê li zikê xwe difikirin.
Nanê hişk ê di azadîyê da, ji xwarina herî xweş a di bindestîyê
da çêtir û xweştir e.
Di jiyanê da dibê meriv bikanibe bêtirs bijî, bifikire, bi
azadî fikrê xwe bibêje. Gava ew tunebe jiyan dibe jiyana koletî ye.
XXX
Dibê bawerî tu carî rê li ber fikirandinê negire, nebe
bendeke li pêş fikirandinê. Dema bawerî têkeve dewsa fikirandinê pir xerab e,
dibe talûke, meriv dike mirîd.Yê bibe mirîdê bawerîyekê, dibe mirîdî însanan
jî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar