Gerek meriv li gorî hêza û îmkanên xwe li hemberî zulmê,
neheqîyê bêdeng nemîne. Bêdengman cesaretê dide kesê zalim û dîktator, zulma
xwe zêdetir dike.
Nîetzsch gotiye:
”Heger ez li hemberî yê zirarê dide min bêdeng bimînim, ezê ne
wî, ezê xerabîyê mezin bikim. Çimkî zulim gelek caran ne ji cesaretê, ji bêdengîya
kesên li dijî xwe qewetê digire."
XXX
Yê malê xwe ji dest bide tiştekî xwe ji dest dide, yê namûsa
xwe ji dest bide gelek tiştên xwe ji dest dide, yê cesareta xwe ji dest bide
her tiştê xwe ji dest dide.
Gere kem cesareta xwe û hêvîya xwe ya biserketinê tu carî ji
dest nedin, tu carî tirsonek û bêhêvî nebin.
XXX
Akademîsyen Ekrem Malbat, di kanala Perwer Amed ya You Tubê
da li ser tesîra fikrên Ehmedê Xanî yên li ser neteweperwerîya kurdî û tarîx û
rola medreseyan tiştên pir hêja dibêje.
Di van rojên mij û dûman da pêwîstiya me bi zanana vê tarîxê
heye.
Ekrem Malbat akademîsyenekî me yê pir hêja ye. Lê guhdarî
bikin, hûn memnûn bibin, jê fêdeyeke mezin bigrin.
Dîn û Kurdeyatî: Di şiyarbûna neteweyî de rola dîndaran
XXX
-Dibê meriv bêexlaqîyê û dînsiziyê(bêdînîyê)ji hev bigerîne,
tevhev neke. Exlaq, dîn tunebe jî kane hebe; lê belê dîn kane bi ehlaq ra jî
hebe. Yek kene hin bêexlaq be, him jî dîndar be. Jixwe gelek caran jî were ye.
///Denîs Dîderot
Tespîteke rast e. Heger zereyê exlaq bi meleyên Îranê ra
hebûya salê di nabêna 2000-3000 însanî bi darda nedikirin?
Heger exlaq bi Talîbanên Afganîstanê ra hebûya ew rejîma
neînsanî ava dikirin, xwendin, xebat li jinan qedexe dikirin?
Ma bi îslamîstên tirk ra exlaq heye?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar