Sun Tzu general, stratejîst, fîlozof û nivîskarekî çînî yê kevnar e. Wer tê bawer kirin ew du hezar û pêncsedsal berê, di navbera salên 544–496 b.z. jiya ye.
Kitêbeke wî ya gelkî meşhûr a bi navê "Senetê Herbê" heye.
Gava di medyaya sosyal da ez rastî gotinên Sun Tzu hatim, min xwest wê kitêba
wî bikirim û bixwînim.
Ez çûm kitêbxana herêma me, kitêb tunebû, ji min ra temî kirin. Piştî çend rojan kitêba hat, min do qedand. Zimanê wê giran e.
Kitêb li ser sinetê û stratejiya leşkerî û herbê ye. Kitêb 13 beş in, her beşek aliyekî şer/herbê analîz dike.Kitêb ne tenê kitêbeke li ser sinetê leşkerî û şer e, di eynî wextê da rêbereke kûr a li ser stratejîyê, felsefeyê û psîkolojiyê ye jî.
Sun Tzu dibêje ku serkeftina herî mezin, şikandina berxwedana
dijmin e bêyî tu şer bikî.
Li ser herbê û dijminatiyê gelek gotin û şîretên Sun Tzu yên
meşhûr hene.
Gelek gotinên wî bi swêdî, bi tirkî hene. Min ji wan gotinên wî yên li ser
meseleyên cihê çend heb wergerandin kurmancî.
Min got bira ev gotin û şîretên muhîm bi kurmancî jî hebin.
Felsefeya Sun Tzu ya sereke "bêyî şerkirinê serkeftin e."
Li gorî Sun Tzu serkeftina herî mezin ew e ku tu dijminê xwe
bê şer teslîm bigirî.
"Tu numûne tune welatekî ji herba dirêjajotî feyde dîtibe.
Hemû şer li ser
xapandinê ava dibin."
"Dema ku tu jêhatî bî, xwe wekî bêkêr nîşan bide; dema
ku tu çalak bî, xwe bêdeng nîşan bide."
"Dema tu nêzîk bî, bila dijmin wisa bawer bike tu li
dûr î; dema tu li dûr bî, baweriyeke wer bide dijminê xwe tu nêzîkî wî yî."
Li ser Rêveberîyê û Serokatîyê
"Rêberek bi mînakan rê nîşan dide, ne bi hêzê."
"Heger ferman ne zelal bin, sûcdar general e; heger
ferman zelal bin, lê neyên bicîanîn sûcdar efser in."
"Yê zane kînga şer bike û kînga şer neke ewê bi ser keve."
Dibê meriv bizanibe kînga şer bike, kînga neke, paşda vekişe.
Li ser hêza hundirîn, sebrê û kaosê
"Di nava kaosê da her tim fersendek jî heye."
"Serkeftina herî mezin ew e ku tu tiştê xuya nake bi
dest xînî."
"Av li gorî erdê şiklê xwe digire; leşker jî serkeftina
xwe li gorî dijmin ava dike."
Li ser sinetê herbê
Ji dijminê xwe ra rêyeke revê bihêle. Çimkî însanê cî lê
teng dibe, êdî ne ji bo serketinê, ji bo ku nemire, canê xwe xelas bike şer
dike.
Li ser Stratejîya xapandina dijmin
”Hemû sinetê şer/herbê li ser xapandinê ye.
Dema tu muqtedîr bî, xwe wekî yekî bêkêr nîşan bide; dema tu
hatî ser xwe, xwe bêhereket bide xuyakirin.
Dema tu nêzîk bî bila dijmin bawer bike tu li dûr î; lê dema
tu li dûr bî, pê bide bawerkirin tu nêzîkî wî yî."
”Tam di orta kaosê da fersend jî heye.”
Heger tu xwe û dijminê xwe baş nas dikî, tu têkevî sed şerî
jî tu têk naçî, tu yê qezenc bikî
Heger tu him xwe, him dijminê xwe nizanî, nas nakî, her şerê tu têkevê tu yê
têk biçî.”
”Serketina herî mezin, bêyî şer biserketina hostatiya herî mezin e
Şervanê baqil planên dijmin xera dike, ne ordiya wî.”
”Eynî weke avê, artêşên kanibin li gorî şertan şikil bigirin li karê ne.”
Di jiyanê da dibê meriv însanan di quncikekî da asê neke.
Dibê meriv ji mixatabê xwe ra îmkana gavê bi paşda bavêje, bi paş da vekişe
bihêle. Yê dixwaze ji we dûr bikeve, bihêle bira here, rê li ber negire. Gava
însan nikanibe xwe xelas bike, dikeve heyira ruhê xwe û bêtir êrîşkar dibe.
”Heger hûn hinek berf di destê xwe da zêde bigrin, eynî wek êgir ewê destê we bişewitîne. Kêfeke zêde jî, kedereke bêhed jî însên kederî dike. Heta însan gava zêde dikene jî ji çavên meriv hêsir dibarin.
Çimkî sirrê jiyanê di vir da ye, her tişt himleyî ziddê xwe ye…"
-Rakirina pelekî payizî ji darê da ketî ne nîşana hêzê ye,
dîtina rojê û hîvê ne nîşana wê ye meriv baş dibîne, bihîstina dengê şîrqîna
birûskê ne nîşana başbihîstinê ye.
-Ji pênc rengên esasî zêdetir tune ye, lê bi tevlihevbûna
wan gelek tonên cihê çêdibin.
-Ji pênc tahman bêtir tahm tune ne-tirş,tûj,tahl,
şor,şîrîn-, lê ji tevlihevbûna wan gelek lezet peyda dibin.
-Di şer da ji du cure, ji babetên êrîşê zêdetir tune ye –
êrîşa rasterast û nerasterast -, lê ev her du bi hev ra kanin bibin sedema
gelek rêzemanevrayên bêdawî.
-Ordiya bê ajan wek însanekî bêçav û bê guh e.
Pênc fezîletên bingehîn ên Çînî ev in:
1)mirovahî
2)dilsozî
3)xwekontrolkirin
4)aqilmendî
5)ciddiyet
Not:
Ez îro fêr bûm, Serdar Roşan, di sala 2016a da beşekî mezin ê vê kitêbê
wergerandiye kurmancî û di malpera Rûpela Nû da weşandiye.Min nizanîbû.
Ev jî lînka malpera
nivîsêye.
Wergera Serdar Roşan di sala 2023a da ji aliyê Weşanxaneya
Belkî ve bi navê "Hunera Cengê" wek kitêb hatiye çapkirin.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar