04 augusti 2026

Li ser serdana Nêçîrvan Barzanî a Şamê

Nêçîrvan Barzanî do, di roja salvegera Qetlîama Şengalê da çû Şamê, bi serokê Sûriyê, yek ji emîrê daîşê yê berê Ahmed Şar-Colanî ra hevdîtin kir.

Ez ne li dijî têkiliyên bi Sûriyê ra me. Colanî berê çi be jî nuha serokê Sûriyê ye, muxatabê kurdan ew e, kurd mecbûr in pê ra bidin û bistînin. Ev temam.

Lê di roja qetlîama êzdiyên Şengalê da serdana Şamê gelo rast e?Ez bi xwe rast nabînim. çima serdan ket vê rojê?

Colanî ji qetlîama êzdiyan ne bêrî ye, ew jî qatilekî vê qetlîamê ye, dibê em viya ji bîr nekin.
Di rojeke wiha da sebebê vê serdanê çi ye nizanim.

Bi qasî xuya dike cepheya PKKê, ENKS, PYD pir memnûn xuya dikin.
Mezlûm Ebdî pesnê serdanê daye. Yanî serdan bi dilê wî ye.

Jixwe Nêçîrvan Barzanî û Medûd Barzanî tim dibêjin ew piştgiriya ”pêvajoya nuh û entegrasyonê dikin”, tim piştgirî dane projeya Evdila Ocalan û partiya DEMê.

Kesên projeya Ocalan, partiya DEMê, PYDê, HSDê rexne dikin, tiştekî li ser piştgiriya PDKê ya bi projeyê ra nabêjin.

Heger projeya Evdila Ocalan a entegrasyonê xerab e dibê PDK, Mesûd û Nêçîrvan Barzanî jî werin rexnekirin. Na heger baş e, dibê PKK, Ocalan û DEM û PYD jî neyên rexnekirin.

PDK ji roja pêşî da ye di nav meselê da ye, piştgiriyê dide projeya Evdila Ocalan ya ”aştiyê”(!).

Yên Ocalan, DMÊ, PYDê, HSDê rexne dikin, tiştekî ji piştgiriya PDKê ya bi wan ra nabêjin.
Çima?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar