Li vî warê me yê nuh, li Hanîngeya şîrîn îro salek me qediya.
Salek berê îro(5/8-25)me mal bar dikir, em li Alby bûn, erebe li ber malê bû, em
di hingedinga malbarkirinê da bûn. Hundur malê kaos bû. Em ketibûn sitreseke
mezin.
Nuha, em li warekî din in, em li Hanîngeyê, di xaniyekî din da ne. Warê me yê
berê ji me ra bû wek xewnekê, êdî em wek xewnekê qala salên xwe yên li Alby dikin.
Salek din ji emrê min çû, ez salek din kal bûm, salek din
emrê min kin bû. Yanî ez hinekî din nêzî dawiya rê bûm.
Di vê rêwîtiyê xwe da min gelek tiştên xweş û ne xweş dîtin,
gelek şaşî kirin, lê min hin tiştên baş jî kirin. Ya muhîm tiştekî ez ji ber
fedî bikim min nekir, di vî warî da serbilind im. Ev jî têra min dike.
Ya muhîm ne umrekî dirêj e, meriv çawa jiya ye û çi li pey xwe hîştiye.
XXX
-Ji bîr meke, qîmeta însanekî bi qîmeta tiştên pê mijûl dibe
tê pîvan.
Marcus Aurelius
-Heger tu rastî yekî bersîvê dide her meselê, qala her tiştê
dîtiye dike, her tiştê zane dibêje hatî, bizanibe ew cahil e.
XXX
Şanogerên(tîyatrociyên) Navenda Çanda Biharê ya Êlihê, di
festîvala Tetwanê da ji zarokên me ra karekî bêhempa kirine. Bi kurmancî
lîstikên zarokan pêşkêşî wan kirine.
Karê lîstikvanên Navenda Çanda Biharê ya Êlihê dikin bêhempa
ye, zarokên me li lîstikeke kurdî temaşe dikin, henekên kurdî dibihîzin. Gelek
zarok belkî cara pêşîye tiştekî wiha dibînin. Ji bo zarokan xizmeteke bêhempa
ye.
Ez lîstikvanên Tîyatroya Biharê ji dil pîroz dikim. Mala wan
ava be.
Festîval ewê 10 rojan bidome.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar