05 augusti 2026

Tuncer Bakirhan tiştê ji 244 hezar abhazî ra dixwaze ji 25 milyon kurd ra naxwaze

Serokê partiya DEMê Tuncer Bakirhan gotiye,“Bira pasportên Abhazyayê li ser derîyên sînorên me werin qebûlkirin. Dibê ev şerm êdî dom neke.”

Nufûsa Abhaziyayê 244 hezar e, herêmek Gurcîstanê ye. Tuncer Bakirhan efendî dibêje gerek Tirkiye Abhazyayê wek dewlet qebûl bike û pasportên abhaziyan red neke.

Lê li dij e 25 milyon kurd ji bindestiya tirkan derkevin, wek abhaziyan bibin xwedî dewlet û pasporta netewî.

Tuncer Bakirhan, çima tu dixwazî 244 hezar abhazî bibin xwedî pasporta netewî, çima tu viya ji bo 25 milyon kurdî naxwazî?

Dîyar e tu û partiya te hûn dijminên miletê kurda in. Heger hûn host û dilxwazên kurdan bûna, tiştê hûn ji bona 244 hezar abhazî dixwazin, we yê ji bo 25 milyon kurd jî bixwesta.

Bala xwe bidinê mêrik çi gotiye:

”Mixabin pasaportên Abhazyayê li welatê me nayê qebûlkirin. Bifikirin, li Tirkiyeya bi sedhezaran abazî û merivên wan dijîn pasporta Abhazyayê derbas nabe. Abhazî nikanin werin û herin cenazeyên xwe.Ciwanên wan nikanin li zanîngehan bixwînin. Wek partiya DEMê em vekirî dibêjin, dibê pasportên Abhazyayê li ser sînoran werin qebûlkirin. Dibê dawî li vê şermê werde dayin.”
Dijayetiya dewleteke kurdî  ne ya Tuncer Bakirhan tenê ye, ew dîtinên Abdulah  Ocalan û PKKê ye jî, Bakirhan tenê dubare dike.

Nuretîn Demirtaş jî du roj berê eynî tişt gotibû.

Nurettin Demirtaş di kanala Kurdistan24 (K24)da, ji Îrfan Aktan ra eşkere got, ew li dij in kurd bibin xwedî dewlet.

Nûrettîn Demirtaş got:
"Rêber Apo dibêje, heger hêza me hebûya em tevahiya cîhanê bigrin, me yê cardin jî dewletek kurdî nexwesta".

Nûrettîn Demirtaş dibêje, ev şêla wan ne ji ber neçariyê ya jî meseleyeke hêzê ye, ew tercîheke îdeolojik û stratejîk e.

Yanî ne ji ber ku ew daxwaza dewleteke kurdî realîst nabînin, ya jî ji bo hedefeke wiha hêza wan têrê nake, lema ew li dijî dewleta kurd in.

Mêrikan dibîjin ,hêza me têrê bike jî, îdeolojîk, stratejîk em li dij in kurd wek miletên din bibin xwedî dewlet.

Ev dîtina wan vekirî, eşkere ye. Kurdên hîn jî piştgiriya van kesan, van partiyan dikin ew jî vê dîtinê diparêzin. 

Kesên hîn jî partiya DEMê û PKKê wek partiyên kurdî û Kurdistanî dibînin xwediyên eynî fikrê ne, wek Abdulah Ocalan û Nurettîn Demirtaş ew jî dibêjin bira kurd tu carî nebin xwedî dewlet, tim bindest bimînin.
Heger wiha nafikirin dibê nebin hevalên Abdulah Ocalan, Demirtaş û Bakirhan...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar