Pêşniyaryasaya, qanûna Tirkiyê û PKKê li ser li hev kirine do eşkere bû. Herkes li gorî xwe rexne dike, diparêze, navekî lê dike.
Qnûn 12 xal in. Navê wê kirine, ”Qnûna Bihêzkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Netewî”.
Yanî xurtkirina Tirkiyê.
Li gorî qanûna pêşniyar kirine, PKK,KCK û hemû rêxistinên girêdayî PKKê ewê dawî li hebûna xwe bînin û sîleh û cebilxaneyên xwe gişî teslîmî dewletê bikin.
Qanûn mefekî netewî yê herî biçûk jî nade kurdan, ji bo kurdan tiştekî
pozîtîf di qanûnê da tune ye. Yanî tu têkiliya qanûnê bi kurdan, bi mafê kurdan tune ye.
Jixwe tirkan di serî da navê wê kiribûn "tirkiya bêteror, xelasiya tirkiyê ji terorê".
Yanî qanûn li ser PKKê ye, tu mfî nade kurdan, qala tiştekî wiha jî nake.
Dewlet ji PKKê ra efûyeke bi şert pêşniyar dike. Serok, endam û hevalên PKKê ewê xwe teslîm bikin.
Ev yek ji bo min ne surprîz e.
PKK teslîm dibe, bi dewletê ra li hev dike ne gelşa min e. Ev gelşa PKkê û hevalên wê ye.
Ez dirêj nakim, berê jî min çend caran gotiye, ez nemane PKKê, nemana Qendîlê û şerê PKKê baş dibînim.
PKK nemîne, kurd ji PKKê û ji Qendîlê xelas bibin pir baş e. Mayina PKKê ji bo kurdan bêyî zirarê tiştekî nayne.
Micadela
miletê kurd ji bo azadî û serxwebûnê ewê dom bike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar