Ez ne mecbûr im bibim yekî li gorî dilê piraniyê, wek piraniyê
bifikirim, tiştên li gorî dilê piraniyê binivîsînim.
Ez ne dixwazim bibim şelafê şexsan, ne jî yê piraniyê, yê civatê.
Ez yekî li gorî xwe me. Şexsîyeta min tu carî
naguhere, ji çi bawer dikim bi zimanekî maqûl wiya dibêjim. Fikrê min kane şaş
be, kane rast be, mesûl ez im.
Şexsîyeta min tu carî naguhere, belê fikrê min, miamela min li gorî şexsan
diguhere.
Bingehê şêla min, fikrê min kurd û Kurdistan e, tu tiştî di ser berjewendiyên kurd û Kurdistan ra nagirim û min negirtiye jî.
Li hemberî tu partiyê, tu serokî min kilît li devê xwe nexistiye, li hemberî şaşiyan xwe bêdeng nekiriye. Û tiştê rast, karê baş jî tim parastiye.
Lema ez nebûme merivê, zilamê tu partiyê û tu serokî. Rast e, şaş e, ez ev im. Çimkî ez ne dû, ne li pey navê xwe û berjewendiyên xwe yên şexsêî me.
XXX
Ji Mewlana ra gotine:
-Tu hewqasî dixwînî, hewqasî dinivîsînî. Baş e, tu çi zanî?
Mewlana bersîv daye, gotiye:
-Ez bi hedê xwe zanim.
Çîrok rast e, ne rast e ne muhîm e, ya muhîm bersîv rast e.
Meriv hedê xwe zanibe, bi edeb û terbîye be baş e. Ev e
merivê bi kultur.
XXX
-Heger tu ji şaşiyê ra li çepikan dixî fikrê te tune ye.
Heger tu xwar û rast ji hev nagerînî aqilê te tune ye.
Heger tu li derewê xwedî dertê, wê diparêzî exlaqê te tune
ye.
-Darek nikane him bi bilbilaran ra, him jî bi maran ra dost
be. Dara bi maran rad ost be, nikane careka din dengê bilbil bibihîze.
XXX
Aşpêj bêhemdî çilkek şorbe niqutand ser padîşah. Padîşah dîn
bû.
Aşpêj gava hêrsa di çavê padêşah da dît, fêm kir ewê were kuştin, bêteredut
şorba di tasê da giş bi ser serê padîşê da kir.
Padîşah berî emrê îdama wî bide, aşpêj ji padîşê ra ev gotina tarîxî got:
-Ji bona nebêjin bi ber ku min çilkek şorbe nuqutand ser te, te ez îdam kirim,
ji bona lekeyek ji ber çilkek şorbe neyê ser şanê padîşahê min, min wiha kir.
Min bi zanîn sûcê xwe mezin kir, dema te ez kuştum bira însan te rexne nekin,
vê înfazê bi heq bibînin.”
Însanên wiha jî li dinyayê hene. Padîşahê wan çi şaşiyê, çi
neheqiyê bike jî dixwazin lekeyek neyê ser navê wî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar