07 augusti 2026

Çend gotinên Îmamê Xezalî


Îmamê Xezalî (1058–1111)yek ji fîlozof, zana, huqûqnas  û sûfîstekî mezin ê alema îslamê ye. Li Xoresanê, li bajarê Tusê hatiye dinê û li wir miriye. Li ser psîkolojiya însên, zanînê û siyasetê gelek tişt nivîsîne...

Hin nivîs û kitêbên wî tercumeyê kurmancî jî bûne. Weşanxaneya Nûbiharê hin eserên wî weşandine.
Gotin û aforîzmayên wî meşhûr in, piraniya wan li ser exlaq, dil, ilim, zanîn û li ser psîkolojiya însên in.

Min çend aforîzmayên xweş, girîng û manîdar ên Îmam Xezalî wergerandin kurmancî. Ez dixwazim gotinên wiha bi kurmancî jî hebin. Heger hinekan ev aforîzme berê jî wergerandibin jî tişt nabe, bira du-sê werger hebin.
Tirkan hema hema aforîzmayên, gotinên hemû fîlozof, zane, alim, edîbên dinyayê wergerandine tirkî.
Ne tenê aforîzmayên wan, kitêbên wan jî wergrandina tirkî.
Kêm milet bi qasî tirkan tercumeyê dike, hemû klasîkên dinyayê yên edebî, tarîxî, felsefî û yên her warên din wergerandine tirkî. Klasîkên wernegerandine tune ye.
Bi van wergeran tirkan him klasîkên dinyayê kirine malê zimanê xwe, him jî zimanê xwe pir bi pêş xistine.
Em kurd jî çi tercume bikin baş e, feydeyê dide zimanê me û kultura me.
Çend numûne ji gotinên Îmam Xezalî:

-Merivê cirnexweş wek guldanka (vazoya)şikiyayî ye, ne pîne qebûl dike, ne jî dibe çamûra wekî berê.

-Dil wekî neynikê ye: Ger tu rûyê wê ber bi dinyayê ve bikî, tarî dibe; ger tu ber bi heqîqetê ve bikî ronî dibe.

-Paqijkirina bedenê hêsan e, lê ya herî zor paqijkirina dil e ji kîn û hesûdiyê.

-Birîna bi şûr vedibe derman dibe, ya bi ziman derman nabe.

-Ez bi hezar zanyarî ra ketim nîqaşê, min hemû minaqaşe qezenc kirin; ez bi nezanekî ra ketim nîqaşê, min winda kir.

-Zanîna meriv pê emel neke, li ser pişta meriv dibe barekî giran.

-Yê şikê neke nikane heqîqetê bibîne.

-Dermanê nezaniyê pirsîn û fêrbûn e, lê yê herî derman nabe kesê xwe zana dibîne.

-Ji hevalê xerab dûr keve, çimkî ew mîna jahrê ye; tu pê nahesî, lê hêdî hêdî te dikuje.

-Jiyan wek qeşaya/bûza di bin tavê da dihele; lema berî  bihele, qîmeta her kêliya wê bizanibe.

-Ziman heywanekî hov e; ger tu wî serbest berdedî, ewê zirarê bide te û derdora te.

-Bêdengî carna ji bo merivê bêexlaq bersîva herî mezin û bi rûmet e.
-Tecrûbe mamosteyê aqil û rêberê fikirînê ye.
-Zimanê te tercumanê dilê te ye.
-Ji dêlî tu bibî şagirdê gelek karî, bibe hosteyê karekî.

-Sepetek sêvên saxlem nikanin sêveke xerabe saxlem bikin, lê belê sêveke xerabe kane gişan xerabe bike. Ji ber wê jî tim bi merivên pak, baş ra rabin û rûnin.

1 kommentar: