07 augusti 2026

Aş çûye bi dû çeqçeqê nekevin

Te çi çandibe tu yê wiya biçînî. Te ceh çandibe tu nikanî birincê ya jî genim biçînî.

Psîkolog, fîlozofê alman Erch Froom gotiye:
-Însan di hilbijartinên xwe da azad in, lê belê mecbûr in tehamulî netîceyên hilbijartinên xwe jî bikin.

Yên ji Evdila Ocalan ra li çepikan xistin, piştgirî danê, kirin serokê xwe mecbûr in tehamulî netîceyên piştgiriya xwe bikin.

Evdila ji roja hatiye girtin dev ji doza kurd û Kurdistanê berdaye, bi dewletê ra dixebite. Ev yek jî tu carî bi dizî nekiriye, di beyanên xwe da pir eşkere gotiye.
kesên îro bi gotina wî dikin, peymana wî û dewletê qebûl dikin zanin çi dikin.
Dev ji rexnekirina madeyên qanûna hatiye hazirkirin berdin, qanûn me kurdan girênade, tiştekî di nabêna PKKê û dewleta tirk da ye.
Aş çûye, hûn bi dû çeqçeqê ketine. 
Mala kurdan şewitiye, bi hezaran keç û xortên me hatin kuştin; ên dewletê kuştin, ên wan kuştin. Kezeba min bi wan û bi dê bavên wan dişewite. Piştî vê bedelê pir giran mefekî herî biçûk jî nehat girtin. Giş kirin qurbana Evdila Ocalan.

XXX

8 sal berê ye, lê bi texmîna min ez hîn wek xwe me, zêde kal nebûme. Di serdema extîyariyê da bêbextên salan pir zû didin pey hev; tu hew dinêrî salekê xatir ji te xwest. Tiştê ji salan dimîne bîranîn û fotografên wiha ne.

XXX

Fûara kitêban a Tetwanê dest pêkiriye û heta 9ê mehê ewê dom bike.

Gelî tetwaniyan, weşanxaneyên kurdî bi hezaran kitêbên li ser tarîxê, edebîyatê û yên zarokan hatine ber nigên we, herin çend kitêban bikirin. Bira weşanxane bi zirar venegerin.

XXX

Li Kurdistana Bakur, Başûr û Rojava tiştên pir ecêb, tiştên gelekên me matmayî û xeyalşikestî dikin diqewimin. Meriv li ber dikeve, pê xemgîn dibe.

Meriv fikrê xwe dibêje, ya rexne dike, ya diparêze.

Meriv viya bi qîrîn, bi hêrs, bi heqaret nebêje baştir e.

Çimkî heqaret rewşê naguhere, tiştên meriv şaş dibîne rat nake.

Yên dane ser riya şaş bi rexneyên me ji riya xwe venagerin. Dibê meriv bûyeran ji herikîna tarîxê ra bihîle, hela em binêrin di rojên pêş da tarîxê çi nîşanî me bide?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar