07 augusti 2026

Îsmet Ateş jî ji me û ji dinyayê xatir xwest


Serokê DDKDa Anqerê yê ewilî Îsmet Ateş îro li Stenbolê wefat kir.

Îsmet Ateş dostekî minê destpêka salên 1970î bû. Di sala 1975a da hat mitînga Wêranşarê, çend rojan li mala me ma, dostaniya me dest pê kir.
Li Anqerê jî heta 1979a me çend caran hevdu dît. Ez bawer dikim sê sal berê bû carê bi riya birayê min Fûad em bi telefonê bi hev ra peyivîn, me li halê hev pirsî, me got înşela emê rojekê rû bi rû hevdu bibînin. Lê wer nebû qismet.
Çend roj berê ji nişka ve hat bîra min, min got ezê pê ra bipeyivim.

Di Facebookê da lê gerîyam min nedît, tim Îsmetekî din derket pêş min.
Min cangiranî kir, telefona wî ji birayê xwe Fûad nepirsî. Min digot rojekê ezê jê bixwazim.
Fena ku mirina wî bi min eyan bûbe,qey  lema hat bîra min. Min nizanîbû ew nexweş e û li ber mirinê ye. Xwezî wê rojê min ji birayê xwe telefona wî xwestiba û berî mirina wî pê ra qise kiriba.

Îsmet Ateş ji Surûcê ye, di salên 1970î da li Anqerê huqûq dixwend û di sala1974a da bû serokê DDKDa Anqerê yê ewilî. Heta 1976a serokê DDKDê bû.

Berî PKK ava bibe, belkî hetanî 1977a jî Îsmet Ateş hevalê Abdulah ocalan bû, Ocalan bi li Anqerê û li Kurdistanê bi xortan dida naskirin.

Lê dûra ji wan dûr ket, nebû apocî û endamê PKK. Ji salên 1990î vir da ye ne aktîv bû, ji siyasetê dûr ketibû, li Stenbolê bi cî bûbû û abûqatî dikir.
Ji ber ku ji wê çaxê da ye me hevdu nedîtiye, nuha çi difikirî ez nizanim. Gorra wî behişt be, serê zarok û malbata wî, dost û hevalên sax be…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar