08 augusti 2026

Bêdengî zaliman cesûr û zulmê zêde dike

Ji Nemrûd pirsîne, gotine:

-Tu çawa bûyî merivekî heqasî zalim?
Nemrûd gotiye:
-Ji ber ku min çi kir kesî deng nekir, deng ji kesî derneket lema.
Ji ber ku deng ji piraniya me dernayê, lema dewlet kane vê zulmê li me bike, nehêle zarokên me jî bi zimanên xwe bixwînin.

Ji ber ku deng ji piraniya me dernayê lema Abdulah Ocalan kane hereketa kurd a 50 hezar şehîd daye wek dewletê xwestiye bike terorîst û mecbûrî teslîmbûnê û efûya dewletê bike. Û navê vê teslîmîyetê jî bike aştî.
Gava civat li hemberî zulmê, şaşiyê bêdeng bimîne, zulm û şaşîyên dibin zêdetir dibe.

XXX
Ji padîşê pirsîne, gotine:
-Ma çend dostên te hene?
Padîşê gotiye:
-Ew nuha  ne xuya ye, dema ez ji ser text da ketim ewê xuya bibe.
Kî dostê te ye, kî ne dostê te ye ne di rojên firehiyê da, di rojên teng da xuya dibe.
Li Ewrûpayê hukûmetên, wezîrên xwe dostên kurdan nîşan didan, dema berjewendiya dewleta wan hat holê, tavilê dev ji dostiya kurdan berdan, bûn dostên Tirkiyê û bi devê tirkan peyivîn.
Li Tirkiyê jî rewş eynî ye. Gelek tirk ji bo ku bibin parlamenter xwe dost nîşan dan, lê gava cî dan nigên xwe, bi firehiyê ketin, sed dereceyî çerx kirin. Nuha li meydanê qet xuya nakin.
Dost û dijmin di şîn û şahiya meriv da xuya dibin.

XXX
-Di nabêna mar û derewê da nuxteya mişterek jahrî ye. Mar, dema bi meriv vedide, derew gava belav dibe jahrdadayî dike.

-Hesin hat tawê komir qediya, aqil hat serî emir qediya.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar