Baweriyê, fikir tu nikanî bi zor têxî serê însanan, hin tişt bi zor nabe, dibê wext were.
Gul, heta wexta wê neyê venake. Dar heta wexta wê neyê fêkî nagire.
-Tu kanî hespê bibî avdanê, lêbelê tu nikanî avê bi zor pê bidî
vexwarin.
Tu kanî rastiyê nîşanî însanekî bidî, lêbelê tu nikanî pê bidî fikirandin.
Însanekî tiştên pir şaş, tiştên pir xerab kirine çawa kane hîn jî bi milyonan însanî têxe bin emrê xwe, emir û daxwazên xwe bi wan bide qebûlkirin ne karê aqil e, lê dibe.Bi zor kes nikane vê girêdana bi Abdulah Ocalan ji dilê van însanan derxîne; dibê ew bi îrada xwe ya azad dev ji vê xeta şaş berdin. Dibê ew dem were. Hêdî hêdî bingeha wê demê xurt dibe...
xxx
-Tu vê dinyayê çiqasî fêm bikî tu yê hewqasî derdgiran û
xemxur bibî.
A ji ber wê ye kesên xêvik, totikvala pir bextewar in. Kesên
zana û zîrek jî tim xemxur, bi keder û bargiran in.
Zanebûn xîretê, namûsê, welatperweriyê, ruhê serîhildana li
dijî zulmê bi meriv ra xurt dike.
XXX
-Ziman, wek kilîtekê ye, derîyê xêrê jî vedike, derîyê
xerabiyê jî vedike. Li dera dibê tu bipeyivî bêdeng nemîne, li dera dibê tu
bêdeng bî mepeyive.
Çimkî yê însên rezîl dike jî ziman e, yê dike wezîr jî ziman e.
Di van rojan da gerek em hakimên zimanê xwe bin, rişma
zimanê xwe bernedin, bi kontrol bi kar bînin.
XXX
-Hin însan derd in, hin însan derman in. Hinekan gava tu xwe
nêz dikî, hinekan jî gav tu xwe jê dûr dixî tu baş dibî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar