Ez û xanim îro di dema gera xwe da rastî xortekî nigxirxalî hatin. Tam ne xirxal(xilxal) bû, lê wek tizbîyek rengîn kiribû bixawiya nigê xwe.
Xanimê got, viya jin dixin nigên xwe, lê wa ye vî xortî jî xistiye nigê xwe.
Me dest bi sohbeteke li ser xirxalê û ûrf û adeyên me yên berê kir.
Xirxal jî xişrekî jinan û zarokan yê wek moriyên hustu , wek bazin bû. Jinan wek bazin dixist nigê xwe, dixistin nigê zarokên biçûk jî.
Li Kurdistanê berê keçikan, jinan xirxal fena bazin dixistin nigê xwe; dixistin nigê zarokên biçûk jî.Xirxal, xişrekî wek bazinê nig bû. Ji zîv, zêr dihat çêkirin û bi kespik, morîyên xweşik dixemilandin.
Him ninan dixistin nigên xwe, him jî dixistin nigên zarokên biçûk. Li ba me xirxal xişrekî normal û xweşik bû, fena moriyên hustu bû.
Çend xuronekên(zengilên) biçûk û morî bi xirxalê va dikirin, dema zarok dimeşiyan dengekî xweş derdixist, şingeşing ji nigê wan dihat, dayik pê dihesiya zarok li ku ye, dihere ku.
Jinan jî wek sûsê dixistin nigekî xwe. Xirxala zarokan jî dixistin nigekî tenê, tu carî nedixistin du nigan.
Li Kurdistanê xirxalê hîn dixin nigê zarokan, jin xirxalê dixin nigê xwe ya na ez nizanim. Hêvî dikim ev kultura me nehatibe jibîrkirin.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar