Rojekê Wînston Churchîll ji bo hevpeyvînekê bi texsiyekê diçe radyoya BBC yê. Piştî digihîje ber avahiya BBC yê, ji şufêrê texsîyê ra dibêje:
-Meçe.Li dora 40 deqeyî li bende min bisekine, heta ez têm.
Şufêr Churchîll nas nake, bi kibarî uzrê xwe jê dixwaze, dibêje:
-Li qusûra min nenêre begê min, dibê ez herim malê, ezê di radyoyê da li
axaftina Churchîll guhdarî bikim.
Çer çavên şufêr li 20 sterlînî dikve, tavilê fikrê xwe digiherîne, dibêje:
-Heger tu bixwazî ez kanim bi seetan jî li bende te bim begê
min!
Pere mîna kevirê mîhengê ye, derdixe ortê şexsîyet û qerekterê meriv çi
ye, çend eyar e.
Pere exlaqê însên xera nake, lê derdixe ortê meriv xwediyê
exlaqekî çawa û çiqasî saxlem e!
Ruhên pere dikuje ji bedenên tiving û şûr dikujin pirtir in.
Ji bo pera û meqam kurdên bûne hevalên neyar bi hezaran e. Hinek pir rehet
dibin koleyê pere û meqam.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar