09 augusti 2026

Berhema xebat û keda me ya îro


Ez îro ji hal da ketime. Lawikê me Rojen îro ez û xanim birin daristaneka Hanîngeyê topkirina tirîreşkan. Bi swêdî jê ra dibêjin ”blåbär”. Bi îngilîzê jî dibêjin, ” blueberry”.

Li Kurdistanê heye, tune ye ez nizanim. Heger hebe bi kurmancî jê ra dibêjin çi ez wê jî nizanim.
Ez Qerejdaxî me, lê li bajêr mezin bûme. Lema nizanim li Qerejdaxê hene ya tune ne. Li daristanan çêdibin.

Daristanên Qerejdaxê mehelîyan, gundiyên wan deran giş birrîn, wek êzing firotin, dar pir hindik mane. Di salên 1940-1960î da dar pir bûn.

Li Qerejdaxê berê, di wextaa min da givîj, bihîv û kereng hebûn. Dibe ku hin mêweyên wiha jî hebin.

Wek tirîyê reş ê hebhûr e. Li daristanên Swêd pir in, pir jî bi qîmet in.

Meha berê wexta wan bû, nuha hinekî dereng e, xelkê top kiriye. Lê dîsa jî me li dora 2 kîloyan top kir. Me paqij kir. Sibehan emê têxin mst, pê xurîniya xwe bikin.
Lê em pir westiyan. Daristan asê bû, meş pir zor bû. Em du seet û nîvê, tam 10.15 km meşiyan. Heta me xwe gîhand malê em ji hal da ketin. Lê antramaneke baş bû. Emê çend rojan bixun, pê kêf bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar