15 april 2026

Bi kulmek xwê gol şor nabe, ji toza bê çav kor nabe

Barê kerê çiqasî giran be jî guhên wê dilibitin.

Barê me pir giran e, pişt li me bûye nêk, lê em dîsa jî li ber xwe didin, xwe li erdê nakim term.
Lê gerek em bizanibin bi vê qûşê em nagihîjin Mûşê.

Bi kulmek xwê gol şor nabe, ji toza bê çav kor nabe. Em hindik in, dengê me naçe derekê.
Hin siyasetmedarên me bûne wek rûviyê me ji mirîşên xwe ra mezin kiribe. Yanî bûne ji min keto, bi min keto.

XXX

Ne hewceye hûn pêşek perê xwe ji bo zeîfbûnê bidin diyetîstan.

Li gorî felsefa kurdan a xwarinê bijîn hûnê qelew nebin.

Felsefa kurdan a li ser xwarinê û parêzê ev e:

-Sibê parî, nîvro heta tu kanî, êvarê, tu dixwî, tu naxwî,tu zanî.

Parêzek ji viya xweştir, ji viya baştir tune.

XXX

Gelo Tirkiyê li hemberî Îsraîl haziriya herbekê dike?

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan gotiye:

”Pilanên Îsraîl yên li ser Sûriyê yên taloqkirî hene. Dema wexta wê hat ewê bixwaze li hemberî Sûriyê hin tiştan bikin. Em jî tedbîrên xwe digrin. Dibê em ji her senaryoyê ra hazir bin.”

Kî zane, belkî di nabêna Tirkiyê û Sûriyê da jî şer derkeve. Nebêjin ne mimkûn e. Ji bo ku kurd nebin xwedî dewlet kanin her dînîtiyê bikin.

Ev hukûmet kane rojekê êrîşî Îsraîl bike. Ji sedî 90´ê tirkan jixwe antî-yahûdî ne.

XXX

Kêfa min pir ji vê parvekirinê ra hat. Pir xweş kirine.

Do zarokekî 13-14 salî çavê wî di telefonê da bû, bi rê da li min qelibî. Cunî bû.

Min xwe da alî jî jê xelas nebûm. Min got kurro, dema tu dimeşî bira çavê te ne di telefonê da be, tu yê xwe seqet bikî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar