15 april 2026

Kurdên herî zêde pûç bûne, ji kurdbûnê dûr ketine kurdên Kurdistana Bakur in

Miletek gava bi sedsalan bindest be bibê, nebê jê qismek asîmîle dibe, bi gelekan ra şiûrê netewî zeîf dibe.

Ji ber ku faris, ereb û tirk xwedî dewlet in zimanê xwe, perwerdeya bi zimanê xwe, kultura xwe li ser me ferz kirine. Her miletekî li gorî şertên xwe em asîmîle kirine.
Lê belê kurdên tu beşekî Kurdistanê bi qasî kurdên Kurdistana Bakur (kurdên Tirkiyê)dejenere, pûç nebûne, bi qasî wan neheliyan e, bi qasî wan ji nasname û kultura xwe dûr neketine.

Piraniya Kurdên Kurdistana Bakur bi hestên xwe, bi zimanê xwe, bi şiûra xwe, bi fikrê xwe ji kurdbûnê qut bûne, objektîv bûne tirkên xalis muxlis.

Eslê xwe înkar nekin jî wek tirkan dijîn; ji zimanê wan bigire, heta bi navên dikan, market, aşxane, pastexane, qahwexane û mueseseyên wan gişk bi tirkî ye. Bazara wan, serwîsa wan bi tirkî ye.
 
Li tu bajarekî Kurdistanê(çend qeza ne tê da)tu his nakî tu li bajarekî kurda yî, her bajarê Kurdistanê bûye wek bajarekî tirkan. Ji bona miletekî bindest ev felaketeke mezin e. Maneya xwe dagirker tu kiriye wek xwe û te jî ew qebûl kiriye.

Ev yek li Ewrûpayê jî wisa ye. Çimkî siyasetmedaran, ronakbîran, hêzên îslamî, partiyên xurt yên wek PKK´ê ruhekî netewî nedene miletê xwe. Ew jî wek tirkan jiyane. Partiyên xwe, komeleyên xwe xwedêgiravî ji bona azadiya kurdan ava kirine, lê siyaseta xwe bi tirkî meşandine, milet teşwîqî kurmancî, zazakî nekirine.
 
PKK´ê tirk kirine serok û parlamenterên kurdan. Yanî kesên, partiyên dibê kurd ji asîmîlasyonê biparastana, wan ji dewletê bêtir kurd asîmîle kirine.
Ji ber ku rêber, serok, siyasetmedar, parlamenter ne tam kurd in, ne nasyonalîst in, qîmet nedane zimanê xwe û xurtkirina şiûra netewî. 
Însanê şiûra wî ya netewî ne xurt be guh nade zimanê xwe, guh nade kultur û muzîka xwe.
Hin kes dibêjin efendim kurd çima li Ewrûpayê jî navên tirkî li  aşxaneyên xwe dikin?
Ji ber ku kulturî, objektîv bûye tirk, tenê gava jê were pirsîn dibêje ez kurd im. 
Tu serê filistîniyekî, erebekî jêkî navekî îbranî li aşxaneya xwe nake. Kurdên Kurdistana Bakur bi kêf, bi serbilindî dikin.
Tu serê tirkekî jêkî navekî kurdî li aşxaneya, li marketa xwe nake; dixwaze bira ji sedîsedê mişteriyên wî kurd in. 
Lê yê kurd mişterîyekî wî yê tirk tunebe, mişteriyên wî giş kurd û xerîbbin jî navekî tirkî li aşxaneya xwe dike. Çimkî ruhê kurdayetiyê pê ra nemaye, bûye tirk lema wiha dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar