Hin kurtêlxur û şelefên tirkan di medyaya sosyal da pir dev davêjin ji kurdên miletperwer, serxwebûnxwaz da.
Bûne berdevkên tirkan, şîretan li kesên li têla wan naxînin dikin, ji me ra hin çîrok-mîrokên vala, xapandinê dubare dikin.
Dixwazin Tikriyê bi pêş xînin, demokrasiyê bînin Tirkiyê.
Cineta ez ne tê da bim bira ker û kûçik tê da vegevizin.
Tirkiye bibe cinet çi min ra?
Ya muhîm wek kurd ezê çi bi dest xînim, ewê kîjan mafî bidin min?
Dibê hûn viya nîşanî me bidin.
XXX
Di medya sosyal da kin, dirêj gelek nivîs belav dibin.
Hin nivîs hene piştî çend rêzan xuya dibe ne hêjayî xwendinê
ne.
Ev pîvan ji bo kitêbên edebî jî derbas dibe.
Naxwazim wexta xwe bi xwendina nivîsên vala, bêfeyde heder
bikim.
Di vê serdema dijîtal da dibê meriv qîmeta wextê bizanibe,
wek perê hûr xerc neke. Wexta xwe bide karê baş, bi feyde.
Wext ji jêr jî bi qîmettir e.
Cotê zexm ji xeta pêşî kifş e. Nivîsa baş ji rêzên pêşî xuya
ye.
XXX
Leşkerên tirk li Kurdistana Baaşûr rê birîne, nasnameyên
rêwiyan kontrol dikin.
Serokên kurd ji vê dagirkeriya tirkan nerehet, aciz nabin,
lema qet qala vê dagirkeriya tirkan nakin.
Ma ev yek j bo hemû partî û serokên kurdan ne rûreşiyeke
mezin e?
Serokên wiha tunebin çêtir e.
XXX
Çi diçe ji rez diçe, ji rezvan(ji baxban)tiştek naçe.
Çi diçe ji kîsê milet diçe, milet perîşan dibe, ew tên
girtin, tên kuştin, êsîr dikevin, bi çolan dikevin.
Tiştek bi serokan nayê, ew li ser kursiyên xwe ne, kêfa xwe diqewitînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar