16 april 2026

Bloga Hindik Rindik firiya ye

Di demeke blog êdî bûne malperên entîke, malên muzeyê, bloga min Hindik-Rindik pir populer bûye

Çend meh in, nêzî salekê ye xwendevanên min 20-30 qatî zêde bûne. Do 6803 kesî riya xwe bi bloga min xistiye bala xwe daye bloga min, hin nivîs jê xwendine.

Serdanên îro yên heta nuha 1293 ye. Hela ez binêrim heta roj diqede jimar digihîje çendan.

Di sala 2007´a da dema min dest pê kir jimara tikandinê li dora 100´î , di ser 100´î ra bû, hin rojan nedigihîşt sedî jî.

Ji bo ku jimara kurdên kanin kurmancî bixwînin zêde bûne pir kêfxweş û dilşa me. Şikir keda min a salan mêwe daye…

Hin kes dibêjin ji ber ku xwendevanên kurmancî hindik in ew bi tirkî dinivîsin.
Jimara xwendevanên bloga min vê îdîayê pûç dike, xwendevanê kîjan bloga, malpera tirkî rojê 6-7 hezar e?

Serdanên bloga min rojê tim li dora 4,5,6 hezarî ye. Yanî îdîa xwendevanên kurmancî tune ne, kêm in ne rast e.

XXX

Tu çiqasî li dinê bimîne tu yê hewqasî ecêbê giran bibînî.

Roj tune em ecêbeke giran, sosireteke mezin nebînin û nebihîzin.

Li gorî hin îdîeyan, serokê YNKê Bafil Talabanî li ser lihevkirineke bi serokê Tirkiyê Erdogan ra dixwaze walîtiya Kerkûkê bide tirkmenekî. Ji bo ku Tirkiye ambargoya li ser YNK´ê û Silêmaniyê rake.

Bi îhtîmaleke mezin ev îdîa rast e.

Heger bazareke wiha tunebe ji bo çi ewê walîtiya Kerkûkê bide tirkmenekî?

Lê xelkê Kerkûkê vê yekê qebûl nake, hela em binrin ewê çawa bibe...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar