Parqa li pi pişt mala me(Eskîl Parken) parqeka pir populer e, ciyên lîstikên zarokan lê pir in. Saleke nûjen dikin, tiştên nuh lê zêde dikin.
Ji bona zarokan gelek tiştên nuh lê çêdikin. Heta meha hezîranê ewê biqedînin.
Goleke xemilandî ya nû, amfîtiyatroyeke ji bo çalakiyan, rêyên meş û bisiklêtê
lê zêde dikin.
Rêyên li hundur parqê û yên li derdora wê giş asfalt kirine.
Her cara ez ji ber karkiran derbas dibûm, bi heyranî min bîstekê bala xwe dida kar û xebata wan.
Bi rojan erd kolan, sê çar şikil xîç û qûm rijandin ser.
Bi rojan kutan û lox kirin. Rê bûn çîmento, bûn mermer, bûn wek sabûnê.
Asfalta li ser erdê xuya dike herî kêm 4-5 tilî qalind e. Du qatê wê jî di bin
erdê da ye.
Ev asfalt 15-20 salan jî xera nabe. Mêrikan karê xwe baş
dikin, perê xwe helal dikin. Ji bo wê jî riyên çêdin di salekê, du salan da, 5
salan da xera nabin.
Li Kurdistanê û li Tirkiyê hema qîrê dirjînin ser xîçan û qûmê. Ji bo wê jî rê
di nava salekê, du salan da xera dibin.



Inga kommentarer:
Skicka en kommentar