Do êvarî di Facebookê da di nabêna min û Harun U Hasan Canpolatê hêja da li ser giringîya zimanê dayikê, nivîsîna bi kurdî sohbeteke xweş û bi fêde çêbû.
Bi vê minasebetê me hevdu hinekî nas kir û ji dîtinên hev fêde girt.
Ez vê sohbeta me di li vir jî parve dikim. Sohbeteke xweş bû, naxwazim wenda bibe.
Belkî hin xwendevanên min nexwendibin. Yê bixwaze kane her tim
bixwîne.
Zinarê Xamo:
Birayê ezîz, tu parvekirinên pir xweş dikî, tiştên rast, di cî da dibêje. Qelema te xurt xuya dike. Lê parvekirinên te, nivîsên te giş bi tirkî ne.
Tu kurdekî zana yî, tu zanî ji bo miletê te ziman çiqasî
muhîm e.
Ez tiştekî te bi kurdî nabînim. Gelo tu kurdî(kurmancî,
zazakî)nizanî ya jî tu zanî lê tu qedir nadî zimanê xwe?
Yên wek te dibê ji keç û lawên kurd ra bibin numûne, wan
teşwîqî nivîsîna kurdî bike, ne ku wan bihewisîne tirkî û asîmîle bike.
Bi kurdî binivîsîne bira şopînerên te hindik bin. Lê her
nivîseke kurdî serîhildaneke li dijî asîmîlasyonê, îtîraza ji asîmîlasyonêra
ye.
Harun U Hasan Canpolat:
Nexêr mamoste, Nivîsê min ên Kurdî jî hene û Kurdîya min jî îdare dike. Lê
piraniya derdora min, heval û hogir ên min yan Kurdiya wan tinin, yan jî gelek
kêm dizanin. Pêwîste ev Kurdên waha jî ji aliyê hinekan ve werin şîyarkirin.
Heger em wan şiyar nekin, we ên xirap wan ji destê me bikin. Belê, nivîs û
axaftina Kurdî girînge, lê ji bo ku Kurdî were axaftin Kurd jî ji me re lazim
in. Ji ber wî heger em mejiyê Kurdan azadbikin, mejiyê ku hatiye azadkirin wê
bi dest û îrade xwe hînê Kurdî bibe
Silav û rêz mamoste
Zinarê Xamo:
Birayê ezîz, tu ne yekî motajî şîretên min î, ez bi viya
zanim. Lê dîsa jî dixwazim bala te bikşînim ser çend nuxteyên muhîm.
Bêguman di argumentên te da para rastiye heye, nivîsên bi
tirkî jî feydeyê digihîne kurdan.
Lê belê zirara tirkî di dema dirêj da dide kurdan ji kara wê pir û pir mezintir
e.
Ew kurdên bi tirkî ”şiyar dibin”, asîmîle dibin û dibin malê kultur, ziman,
edebîyat, muzîk û folklora tirkî.
Çimkî bi kurdî nizanin.
Heger nivîskar be, nivîskarê zimanê tirkî ye. Heger şair be, şairekî tirkî ye.
Heger sitranbêje be, sitranbêjekî zimanê tirkî ye.
Heger rojnamevan be, rojnamevanekî tirkî ye. Meriv kane van numûneyan gelkî
dirêj bikî. Jixwe tu jî viya baş zanî.
Yanî kurdê bi kurdî nizanibe bibe çi, kîjan sinetî îcra bike ewê bi tirkî bike,
nikane tu feydeyê bigihîne kultur, ziman, edemîyat û muzîka kurdî.
Tiştên te bi kurmancî nivîsîne malên kurdan, yên te bi tirkî nivîsîne jî malên
tirkan e.
Miletek bi zimanê xwe, bi kultura xwe, bi edebîyata xwe, bi folklora xwe heye û
ji miletên din cuda ye.
Heger Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran û çend şairên me yên kilasîk
tunebûna, wan jî bi osmanî, bi erebî, bi farisî nivîsîbûna, wek milet nuha çiyê
me hebû?
Romana kurdî, şiîra kurdî, çîroka kurdî, muzîka kurdî bi tirkî, bi kurdên
asîmîlebûyî nabe. Hema bira di warê îdeolojîk û siyasî da asîmîle nebin,
bibêjin em kurd in, ewê çi bidin kurdan?
Bi hezaran rojnamevan, nivîskar, edîb, sitranbêj, şairên me ji ber ku bi kurdî
nizanin, bi tirkî dinivîsin û ji edebîyat û muzîka tirkî ra xizmetê dikin.
Ji bo ku sînema kurdî, tiyatroya kurdî, roman û şiîra kurdî, rojnamegeriya
kurdî, edebîyata kurdî hebe, dibê em zimanê xwe bizanibin; bi zimanê xwe van
karan bikin.
Ji bo ku ronakbîrên kurd tim gotin, ”kurd nikanin bi kurdî bixwînin, dibê em
kurdan şiyar bikin” asîmîlasyon bi pêş ket, kurd fêrî xwendin û nivîsîna kurdî
nebûn. Siyaset bi tirkî kirin. Vê yekê jî zirareke mezin da kurdan.
Tu ji Semsûrê yî, kurmanciya we pir şîrîn e. Ez pir ji kuramnciya Semsûrê hez
dikim.
Wek te jî gotiye kurmanciya te jî baş e. Û tu kanî bi kurmancî binivîsînî jî.
Qelema te pir xurt e. Tu bi kurmancî çi binnivîsîne ewê pir xweş û bi fêde be.
Ji bo wê jî yên wek te di medyaya sosyal da giraniyê bidin kurmancî baştir e,
bi fêdetir e. tiştên kin in, însan ewê him bixwînin, him jî kuramciya xwe bi
pêş xînin.
Lê mihî bi nigên xwe, bizin bi nigên xwe va bi darde dibin. Tu bi kêfa xwe yî.
Bimîne di nava xêr û xweşiyê da.
Harun U Hasan Canpolat:
Mamoste, ez tevlî tesbît û gotinên we hemiyan dibim. Hun
gelek mafdar in. Lê wekî hûn jî dizanin welatê me ne azad e û zimanê me ne
fermî ye û ne jî zimanê bazarê ye. Ji bo bibî zimanê fermî tî û bazarî pêwîste
statûyek were avakirin. Avakirina statûyê îro bi zimanek biyanî be jî, wê ew
statû ji kar û barê şaxsî zêdetir feîde bide zimanê Kurdî. Bêguman xizmet û
hewldan ên we jî gelek pîroz in. Lê wekî min got xizmet û hewldanên şexsî
pirsgirek çareser nake. Wekî şoreşger ên cezayirî digotin: me bi zimanê fransî,
fransiyan ji welatê xwe avet û welatê xwe ji nûve ava kır
Têbînî: nexêr mamoste, ez ji herêma Xerza (Misirc/Kurtalan:
Sêrt) me.
Ez Bawer im hun ji Mêrdînê ne. Ez jî nexweşê devoka Mêrdînê
me. Bi taybetî jî ên midyad û nisebîn e.
Zinarê Xamo:
Wey bavo, tu jî mêrdînî derketî...
Hema hema nivîskarên xwedî qelema xurt gişk mêrdînî ne bavo!
Lê piraniya mêrdîniyan bi kurmancî dinivîsin, tu hinekî
îstîsna ye.
Neyse, em hemşeriyên hev in.
Ez ji Wêranşara xopan im... Bi sedan nivîskarên mêrdînî
hene, bira yek jî wêranşarî be heyaran!
Do 6803 carî bloga min Hindik-rindik hatiye tikandin. Yanî
xwendevanên kurmancî ji yên tirkî ne hindiktir in.
Me herduyan jî ya xwe got, ne hewce ye em zêde dirêj bikin.
Destûra te heye ez vê sohbeta me di bloga xwe da biweşînim?
Naxwazim ev sohbeta xweş wenda bibe...
Harun U Hasan Canpolat:
Bav û kalê me beriya 330 sal ji heskîfê hatine Misirca Sêrtê mamoste. Lê ez bi
xwe çil sale li Stenbol dijîm. Hema bêje ji dayîkbûna xwe ve li Stenbol im.
Bi rastî ez jî ji vê sihbetê gelek tişt fêr bûm û bi
keyfxweşî min bersiva we da. Mala we ava mamoste
Zinarê Xamo:
Min efù bike, bi ṣaṣî min tu kir Mêrdînî. Baṣe ku tu ji Misircê ye.
Harun U Hasan Canpolat:
Estxflla ez benî, baş e ku hûn hene
Zinarê Xamo:
Min ji bîr kir bibêjim. Min nizanîbû tu li Stenbolê mezin bûyî. Tu him li
Stenbolê mezin bûyî, him jî vê kurmanciya xweş zanî, helal be ji te ra û ji
dayik û bavê te ra. Li Stenbolê jî tu bi zimanê xwe mezin kirine. Wan pîroz
dikim, ji dil û can silav dikim.
Harun U Hasan Canpolat:
Belê mamoste, ji ber ku diya min bi tirkî nizanîbû, zimanê
malê hertim Kûrdî bû. Min xêra diya xwe ji bîr nekir. Nezanî ne baş e, lê
nezanîbûna tirkî, ya min fêrî Kurdî kir. Ev jî ji mera dibêjî carinan nezanî jî
baş e!
Ya dîjî, xêra şexsiyetê wekî we jî, min Kurdîya xwe hinek bi
pêşve bir. Lê dîsa jî gelek kêmasiyên min hene.
Hêvîdar im ku em bi çavên dinê welatê xwe azad bibînin û di
vî welatî de zar û zêcên me bi zimanê Kurdî werin xemilandin
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar