Gava dibe zivistan, sar, serma dest pê dike, tîtî dibêje, "ezê ji xwe ra xaniyekî lêkim, ji vê perîşaniyê xelas bibim."
Dibêje lê lênake, heta taliya jiyana xwe wer li ber sar û sermayê diqefile.
Em kurd jî tim dibêjin, ji me ra dewletek lazim, heta dewleta me çênbe emê tim
perîşan bin.
Em viya dibêjin, lê belê serokên me ji bo çêkirina dewletê gavên lazim navêjin, dev ji
dijminatiya hev bernadin, yekîtiyeke netewî çênakin.
Serokên me ji dewletên dagirker bêtir nahêlin em bibin xwedî dewlet; çimkî hedefa wan ne ew e, binhehawê qewî nakin.
XXX
Seroka Dahîreya Têkiliyên Derve ya Rêvebiriya Xweser Îlham
Ehmed û Fermandarê HSD´ê Mezlûm Ebdî ji bo hevdîtinan çûne Şamê.
Ewê hîn gelek caran herin ber deriyê Colanîyê terorîst.
Heta ji wan tê bira herin Şamê û werin, nikanin tu tiştî
bikin. Çimkî teslîm bûne, hêzeke wan a leşkerî nemaye. Dijminên terorîst bi sîleh
in, ew destvala ne. Pir pir Colanî wan bike mamûrên dewleta xwe. Mamûrên
dewletê parsekên ber destên dewletê ne.
Kobana bi xwîna bi hezaran şehîd hat rizgarkirin bi emrê
Evdila, bi fisgenîkî dan çeteyên îslamî.
Li hemberî tiştê meriv dibîne kezeba meriv dişewite, nayê kişandin.
tiştê anîn serê kurdan trajediyeke pir mezin e.
Tirk çi tînin serê me, çeteyên ereb jî ewê eynî tiştî bikin.
Çimkî ew dewlet in, xwedî artêş û sîleh in.
Evdila Ocalan kurd perîşan kirin, ji dewletbûnê daxistin, kirin bindestên ereban.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar