Meleyên Îranê dibêjin ji bo ku ew bi Amerîkayê ra peymaneka aştiyê îmze bikin, ji şertên wan yek jî dibê Amerîka ji bo tiştên xera kirine tazmînatê bide.
Mêrik miribû, destê wî yê çep li ser dilê wî bû, destê rast jî li ser qopikê wî
bû.
Merivên wî, gundî gişk matmayî man, kesî fêm nekir maneya vê yekê çi ye, camêr
çima wiha kiriye, xwestiye çi bibêje?
Çûn ban mele kirin. Mele hat, bala xwe da cenaze, ew jî heyirî ma. Got subhanellah, ev çi îş e, vî camêrî bi yekê çi mesaj daye me?
Ji malbatê ra got:
-Min mexseda wî fahm nekir, dibê ez herim li kitêbê binêrim.
Mele çû li kitêbê nêrî, hat. Ji cimatê ra got:
-Bi maneya destê li ser dil, gotiye, vaye ez mirim, kî bibêje deynê wan li min e rast e, heq e. Çimkî deynê gelek kesan li min e.
Bi destê li ser qopikê xwe jî, gotiye, lê belê a hûnê bi vî qopikê min bigrin!
Di teşbîhê da xeta nabe, meleyên Îranê jî ewê ji dêlî tazmînatê bi qopikê Donald Trump bibgrin…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar