13 april 2026

Yê destê xwe li ber xelkê vegire ewê hustuyê xwe jî li ber xwar bike

Li ser ”dayin” û ”girtinê” gotineke Montaigne ya pir xweş heye, camêr gotiye:

”Di dayinê da çawa ku wesfekî serdestbûnê û mezinatiyê yê aliyekî hebe, di girtinê da jî wesfekî hustuxwarkirinê yê aliyekî heye.”

Ew kesê destê xwe li ber dijmin vedigire û jê digre, di eynî wextê da hustuyê xwe li ber wî xwar jî dike.
Kurdên ev hustuxwarî qebûl kirine pir in.
Kesên îro ji dijmin, ji dewletên dagirker pera, alîkariyê bigrin, sibe ewê emir jî bigrin. Jixwe hinek digrin jî.

XXX

Kurd dibêjin, bira serî hebin, kum pir in. Seriyên me pir in, lê yek jî ne layiqî kum e. Wê gavê mesele ne hebûna serî ye, dibê serîyên çawa hebin?

Serîyê ne layiqî kum bela ye, teniya bi don e, carê di meriv bigere, jê pakbûn pir zor e.

XXX

-Hin însan bi zarê şîrîn û bi gotinên xweş wek pisikê ser pîsiyên xwe digrin...

-Tiştê gûza pûç dide dest sivikiya wê ye.
-Li dera ku bêedebî destpêdike edebiyat diqede.

-Serokê me Om e, xwelî li serê me kom e.

-Bira namûsa meriv li cî be, bira pariyê meriv nîvçî be.

-Tu dibî hevalê merivekî, bira yekî di ser te ra be.

-Te çi kir beroşê tu yê wê bixwî.

-Lawek heye gula bavê xwe, lawek heye kula bavê xwe.

-Xelk mal û dewletê çêdike, ez û Ehmedo kolozên xwe li hev tûj dikin.

-Maleke bi tifaq beramberî êlekê ye, êleke bi tifaq beramberî dewletekê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar