Do hukûmeta Ehmed Şer Colanîyê terorîst 400 şervanên HSD´ê yên 3 meh berê êsîr girtibûn berdan.
Ji hevpeyvînên êsîrên hatine berdan meriv fêr dibe çend hezarên din jî hîn di
zindanên çeteyên Colanî û Tirkiyê da ne.
Dîsa meriv ji agahiyên xortên hatine berdan fêr dibe ew ne di şer da, bi emrê HSD´ê teslîm bûne. Û di van sê mehên esaretê da îşkence, heqaret û zulmeke mezin li wan kirine.
Serokên HSD´ê, PYD´ê û PYJ´ê heta nuha nedigotin me bi hezaran şervanên canfîda teslîmî çeteyên Colanî û Tirkiyê kirine.Serok û berpirsên HSd´ê, PYD´ê digotin hin şervanên HSD´ê ketine destê çeteyên hukûmeta Colanî û Tirkiyê, lê nedigotin bi hezaran e, ne jî digotin me gotiye teslîm bibin.
Tiştê serokên HSD´ê, PYD´ê kiriye sûcekî pir mezin e, bêbextiyeke bêemsal bi keç û lawên canfîda ra ye.
Meriv bi hezaran şervanên xwe teslîmî terorîstên îslamî nake.
Serokên HSD´ê, PYD´ê zanîbûn tiştê terorîstên Colanî li Helebê anîn serê kurdan, ewê bînin serê şervanên teslîm dibin jî. Çawa, bi çi aqilî, bi çi ûjdanî, li ser kîjan peymanê meriv bi hezaran şervanên xwe teslîmî van hovên îslamî dike?
Dibê miletê kurd, malbatên van şervanan hesab ji serok û berpirsên HSD´ê û PYD´ê bipirsin.
Helbet yê ew mecbûrî vê teslîmîyetê, vê trajediya mezin kirin Evdila Ocalan, PKK ye. Lê ev yek serok û berpirsên HSD´ê, PYD´ê, YPJ´ê ji mesûlîyetê xelas nake. Dibê wan e vev teslîmeyet qebûl nekirana, ev bêbextî bi van şervanên canfîda ra nekirina.
Van keç û xortan ji bo ku welatê xwe, namûsa xwe, şerf û xurûra miletê xwe biparêzn rahîştibûn sîlehê. Lê berpirsiyarên wan bi bêbextî ew avêtine ji ber devê gurên har da. Dema meriv li girtiyên hatine berdan guhdarî dike, kezeba meriv perçe dibe.
Tiştê serok û berpirsên HSD´ê, PYD´ê kiriye şaşîyeke, sûcekî mezin e, îxaneta bi şervanan ra ye.
-Şêxmûs Îsmaîl: Di girtîgehê de her roj şkence li me dikirin
-Şervanên ku hatine berdan ji hevkara me Vîviyan Fetahê rebehsa rewşa xwe dikin
-Komasêyem ya dîlan
Wek dihat
texmînkirin, ji civîna Îranê û Amerîkayê ya li paytexta Pakîstanê Îslamabadê
biryareka pozîtîv derneket. Îranê şertên Amerîkayê red kiriye.
Baş e ku red
kirine, şer ewê bidome. Bi vî hawî îhtîmala ketina rejîmê zêde ye…
Cîgirê Serokê
Amerîkayê JD Vance gotiye:
”Nûçeya xirab
ew e ku em bi Îranê ra negihîştin rêkeftinekê.
Tehranê şertên Amerîkayê red kir. Ev ji bo Îranê nûçeyek xirab e. Wan qebûlnekirina şertên me hilbijart. Me pêşniyara xwe ya herî baş û ya herî dawî daye Tehranê.”

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar